‘Ramanên Abdullah Ocalan li ser demokrasî û bihevrebûna cudahiyan in’
Pergalên kapîtalîst, her çiqas bi hedefgirtina Abdullah Ocalan hewl dan wî ji dinyayê îzole bikin jî; raman û felsefeya wî li hemû dinyayê belav bûye. Raman û analîzên wî, ji krîzên li Rojhilata Navîn û cîhanê re mîna çareseriyê tên dîtin.
MALVA MIHEMED
Navenda Nûçeyan – Lêkolîner û dîroknas Dr. Sahr Hasan, bal kişand ku gelek tevgerên jinan ramanên Abdullah Ocalan dipejirînin, xwe bi rêxistin dikin û li dijî pergalên desthilatdar a mêr û zextkar, weke alternatîf, komunên xwe ava dikin. Ev rewş nîşan dide ku ji bo jinan modelên demokratîk û beşdarbûnê bi pêş ketiye.
Di tevahiya dîrokê de ramyarên azadîxwaz, nivîskar û fîlozof, ji ber hewldana xwe ya zanist û vegotina ramanên azad, bûne hedef. Abdullah Ocalan jî yek ji wan e ji bo her kesê gelek raman û teoriyên ku mafan misoger bike aniye ziman.
Dr. Sahr Hasan li ser pirsa çima ramyar û fîlozof dibin hedef, diyar kir ku ev yek bi rejîmên otorîter û pêvajoyên guherînê yên civakan ve rasterast girêdayî ye û wiha got: "Fîlozofên xwedî ramanên azad, piranî ji bo rêveberiyên zextkar an jî çînên bijarte dibin gef lewre ramanên wan, li gorî têgehên mafên mirovan in, edalet û wekheviyê diparêzin û bi vê yekê pergalên desthilatdar dihejînin. Bi taybetî rêveberiyên otorîter, ji ber ku ditirsin kontrola xwe ya li ser civakê winda bikin û hewl didin pêşî li wan ramanan bigrin.”
‘Kesên fîlozof û ramyar her dem bûne hedefa desthilatdaran’
Dr. Sahr Hasan, diyar kir ku di tevahiya dîrokê de fîlozof û ramyar, bi dogmayên olî û civakî re têkoşiyane, ji ber vê yekê bi gotinên ‘jirêderketin’, ‘kafir’ hatine sûcdarkirin û ji bo civakan bi xeter hatine dîtin. Hasan got di encamê de ramyar an hatine girtin, an bêdengkirin an jî qetilkirin û wiha domand: "Rêveberiyên zextker, ji bo ku rûmeta fîlozofan bişkênin, medya û amûrên propagandayê bi kar anîne wan weke ‘xayîn’ an jî ‘ji bo ewlehiyê neteweyî xeter e’ nîşan dane. Bi vê yekê xwestine ku nehêlin gel destek bide wan û fikrên wan belav bibin.”
‘Ramyarên wek Abdullah Ocalan ji ber ku civakan şiyar dikin dibin hedef’
Dr. Sahr Hasan, diyar kir ku di serdema nûjen de, ramyarên ku ji bo azadiya gelan têdikoşin, ji ber ku gefê li dewletên mezin û berjewendiyên wan ên herêmî dixwin dibin hedef û wiha domand: "Ramyarên wek Abdullah Ocalan, ji ber ku ramanên xwe yên dijberî dewletên mezin tînin ziman, an ji aliyê polîtîk ve wan tune dikin, an jî ji aliyê fizîkî ve wan bêbandor dikin. Ramyar ji ber ku dibin sedema hişyarbûna civakê, bi saya wan gel daxwaza mafên xwe dikin û ji bo guherîna rêveberiyan zextê dikin. Tam ji ber vê yekê, hewl didin dengê van kesên ramyar û rewşenbîr bibirin."
‘Ramanên azad di zindanan de namînin weke bayê, xwe li her derê didin’
Dr. Sahr Hasan, destnîşan kir ku tu car pêşî li ramanan nayê girtin û di tevahiya dîrokê de gelek ramanên ku rastî zextê hatine û qedexe bûne, di nava civakan de kokên xwe berdane û got: "Zindan tu car nikarin li pêşiya ramanan bibin asteng, lewre raman wek bayê xwe li her derê didin. Dîrokê nîşan daye ku ramanên gelek ramyarên ku zext li wan hatine kirin, hatine girtin an jî qetilkirin hê jî hene.”
Ramanên Ocalan ên li ser jin civak û şoreşê
Dr. Sahr Hasan bal kişand ku analîzên Abdullah Ocalan li ser jin, civak û şoreşê kirine, bandoreke mezin li ser tevgerên siyasî û civakê çêkiriye û wiha domand: "Ramanê Ocalan, ne tenê li ser gelê Kurd, li ser hemû tevgerên siyasî û civakî yên li Rojhilata Navîn bandorek mezin çêkiriye. Li ser gelek tevgerên ku di nava lêgerîna edalet, azadî û demokrasiyê de ne bandorek mezin çêkiriye û ji bo wan bûye îlham.”
Sahr Hasan bal kişand ser analîzên Ocalan ên derbarê jinan de û wiha got: "Ocalan, tesbît kir ku sedema hemû zextên di nava civakê de, zexta li ser jinan e, got ku heta jin azad nebin civak azad nabe. Van fikran bandorê li tevgerên jinan kirin û wan xistin tevgerê, bûn sedem ku jin di warê siyasî û leşkerî de di têkoşînê de bibin xwedî roleke çalak.”
Sahr Hasan diyar kir ku modela konfederalîzma demokratîk a Ocalan bi pêş xistiye, alternîfa netew dewletê ye û got ku vê yekê li Rojhilata Navîn ji bo gelek tevgeran bûye îlham.
Rexneyên Ocalan ên ji bo pergala siyasî û aborî
Sahr Hasan, diyar kir ku ramanên Ocalan li dijî rejîmên heyî yên zextkar, alternatîf e û gotinên xwe wiha domand: "Ramanên Ocalan, modelek gelparêz, demokratîk û azadîxwaz pêşkêş dike. Fikrên wî li Rojhilata Navîn, ji bo gelek tevgerên ku di lêgerîna rêveberiyek adiltir û firehtir de ne, bûne îlham.”
Modela konfederalîzma demokratîk a ku Ocalan pêşniyar dike, li cihê netew dewletê, xwe dispêre rêveberiyên xweser û prensîbên demokrasiyê. Sahr Hasan diyar dike ku ev model, li Bakur Rojhilatê Sûriyê bi serkeftin ketiye meriyetê û wiha didomîne: "Li Bakur Rojhilatê Sûriyê, modela Rêveberiya Xweser ketiye meriyetê û civakên xwedî olên cuda û netewên cuda di nava aştiyê de bi hev re dijîn. Jin û mêr di rêveberiyê de xwedî nûnertiya wekhev in. Ev model, li dijî awayê teng û zexter ê netew dewletê alternatîfek e."
Sahr Hasan da zanîn ku Ocalan kapîtalîzma global û modernîteya kapîtalîst rexne dike û got: "Ocalan, kapîtalîzmê weke amûra mêtinkariya nûjen pênase kir û ji bo civak bikaribin di warê aborî û siyasî de serbixwe bin, modela aboriya hevpar pêşniyar kir. Vê ramanê li ser tevgerên ku li riyên serxwebûna aborî digeriyan, bandorek mezin çêkir. "
Tevgerên jinan û bandora Ocalan
Sahr Hasan anî ziman ku tevgerên jinan ji ramanên Ocalan îlham digrin, bal kişand ser girîngiya zêdebûna jinan di mekanîzmayên biryaran de û wiha domand: "Ocalan, bal kişand ku divê jin, di pêvajoyên siyasî, aborî û civakî de xwedî biryaran bin. Modela Rêveberiya Xweser, ji bo jinan derfeta serokatî û rolên rêveberiyê ava kir."
Sahr Hasan, bi bîr xist ku li Bakur Rojhilatê Sûriyê, rêxistinên wek Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Tevgera Azadiya Jinan, ji ramanên Ocalan îlham digrin.
Sahr Hasan, got ku ramanên Ocalan, ji tevgera jinên Kurd bigre heta tevgerên femînîst ên li Îran û Lubnanê, bandoreke mezin çêkiriye û ji bo azadiya jinan bûye çavkaniya îlhamê.
Sahr Hasan di dawiyê de got ku ramanên Ocalan dikarin ji bo meseleya Kurd û ji pirsgirêkên li Rojhilata Navîn re bibin riya çareseriyê û nirxandinên xwe wiha bi dawî kir: "Modela ku Ocalan pêşniyar dike, xwedî potansiyelek wisa ye ku dikare ji bo hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn bibe çareserî. Lewre ramanên wî, li ser esasê demokrasî, aştî û jiyana bi hev re ne. Ev raman tekez divê zêdetir bi baldarî werin şopandin û esas bên girtin.”