Mersede Kaîdî: Dewleta Tirk sûcên şer dike, divê bê darizandin
Aktîvîst Mersede Kaîdî ya ku beşdarî Dadgeha Gelan a Rojava ya ku li Brukselê hat lidarxistin bû bi gotina “Tirkiye berê cîhadîstan dide ser gelê Rojava” bal kişand sûcên li dijî mirovahî ya ku dewleta dimeşîne û banga darizandina dewleta Tirk kir.
ŞEHLA MUHEMMEDÎ
Navenda Nûçeyan – Di rojên 5-6’ê Sibatê de, Dadgeha Gelan a Rojava rûniştina 54’an li dar xist. Di vê dadgehê de, sûcên ku Tirkiye ji sala 2018’an ve heta niha li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê dike hatin darizandin. Dadgeha ku li Brukselê dest pê kir û du rojan domiya, ji welatên cuda gelek aktivîstên siyasî, dadger, hiqûqnas û welatî beşdar bûn.
Girtiya siyasî ya berê û aktivîsta siyasî Mersede Kaîdî ya ji Îranê, li ser tecrubeyên bi beşdariya dadgehê wiha got: "Ev cara çaran e beşdarî dadgehên bi vî rengî dibim. Her sê dadgehên din li dijî rejîma sûc a îslamî bû, ev dadgeh jî li dijî dewleta Tirk a faşîst bû. Dadger ji welatên cuda hatibûn. Ev dadgeh ji aliyê rêxistinên mafên mirovan ve hatibû amadekirin. Atmosfera dadgehên berê tevli bibûm û ya vê heman bû, min heman tiştî hîs kir. Ji Norveç, Kibris, Tehran û gelek welatan mirov beşdar bûbûn. Beşdariya gelek kesan û berfirehiya dadgehê nîşan dida ku çendî girîng e.”
Kaîdî, bal kişand ser girîngiya vê dadgehê û yên di pêşerojê de werin lidarxistin û wiha domand: "Dema ku ez tevli vê dadgehê bûm, min asta sûcên ku li Rojava tên kirin baştir dît. Tevî ku ez tiştên li Rojava diqewimin ji nêz ve dişopînim jî ez hinek hûrguliyên ku li vê derê hatin vegotin nizanibûm. Ji ber vê lidarxistina dadgehên wiha pir girîng e. Divê kesên li azadî, edalet û mafan digerin beşarî dadgehên wiha bibin. Bi taybetî divê hemû cîhan bibîne ku dewleta Tirk a faşîst çawa êrîşê rêveberiya Rojava ya wekhev û azad dike."
Êrîşên li dijî sivîlan û kiryarên Tirkiyeyê
Kaîdî, diyar kir ku yek ji mijarên girîng ên di dadgehê de hatiye nîqaşkirin, êrîşên Tirkiyeyê yên li ser sivîlan bûye û wiha domand: "Di dadgehê de bang hat kirin ku nûnerên Tirkiyeyê û kesên sûc kirine beşdarî dadgehê bibin lê ji Tirkiyeyê tu kesê bersiva vê bangê neda. Dadgehê di daxuyaniya xwe ya pêşîn de Tirkiyeyê bi sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê sûcdar kir."
‘Tirkiye berê cîhadîstan dide ser gelê Rojava’
Kaîdî, diyar kir ku Tirkiye ne tenê bi hêzên xwe re, bi şerên wekaletê jî li Rojava sûc dike û gotinên xwe wiha berdewam kir: "Li dadgehê yek ji xalên herî girîng ku hat diyarkirin jî ew bû ku Tirkiye, ne tenê yekser êrîşan dike. Di heman demê de komên cîhadîst jî bi kar tîne û berê wan dide ser gelê Rojava. Ev yek jî Biasta sûcên Tirkiyeyê berfirehtir dike. Mêtinkarî li ser çavkaniyên li herêmê. Hilberîna zeytûnan, ji bo aboriya Rojava gelek girîng e û wekî tê zanîn Tirkiyeyê dest daniye ser van çavkaniyan, herêmê girtiye bin kontrola xwe. Di heman demê de bi pêkanîna polîtîkayên bişavtina çandî, hewl dide ziman û nasnameya herêmê biguherîne. Qutiyên zeytûnan jî êdî bi nivîsên Tirkî dikevin bazarê. Li herêma Efrînê tenê ji sedî 20 Kurd li mane, ên din hemû koçber bûne, li cihê wan Ereb û Tirk hatine bicihkirin."
Biryara dadgehê: Li dijî mirovahiyê sûc û sûcên şer
Kaîdî, da zanîn ku ew bawer dike dê sûcên Tirkiyeyê kirine di çarçoveya sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê de werin nirxandin û got: "Di dawiya dadgehê de dê tekez bibe ku Tirkiyeyê li dijî mirovahiyê sûc kiriye û sûcên wî yên şer hene. Di navbera sûcên ku Tirkiyeyê kirine de, êrîşên li dijî sivîlan, şîdeta li dijî zarokan, êrîşên li ser dibistanan, şîdet û tecawiza li dijî jinên sivîl, sûîqesdên li dijî jinên aktivîstên mafên mirovan hene. Biryareke wiha berê jî ji aliyê Dadgeha Îranê ve ji bo sûcan hatibû dayîn. Wê pêvajoyê li Îranê di sala 1988’an de ji 1000’î zêdetir girtiyên siyasî hatibûn qetilkirin. Sûcdarên wekî Hamid Nurî hatibûn darizandin. Biryarên dadgehan bi awayê fermî neyên pêkanîn jî ji bo dadgehên gel ên di pêşerojê de dibin bingehek girîng."
Şîdeta li dijî jinan şîdeta pergalî û êrîşên tecawizê
Kaîdî, diyar kir ku li dadgehê behsa şîdet û tecawiza li dijî jinan jî hatiye kirin û wiha domand: "Tirkiye, li Rojava şîdetê bi taybetî li dijî jinan weke amûra şer bi kar tîne. Di belgeyên pêşkêşî dadgehê kirin de, diyar bû ku Tirkiyeyê aktîvîstên siyasî û pêşengên jin hedef girtine, êrîşên zayendî weke rêbaza çewisandinê bi kar anîne. Ji 300’î zêdetir bûyerên şîdeta zayendî belge bûne. Bi van êrîşan hewl dane aktivîstên jin ji têkoşînê dûr bixin."
Kaîdî, diyar kir ku ji bo pêşî li destkeftiyên jinan ên siyasî û civakî bigre êrîşên wiha dike û gotinên xwe wiha berdewam kir: "Li gelek derên cîhanê, li herêmên şer, şîdeta zayendî weke teqtîka şer li dijî jinan tê bikaranîn. Tirkiye jî vê yekê li Rojava dike. Armanca ew e ku jinan biçewisînin, li derveyî jiyana civakî û siyasî bihêlin. Sûîqesdên li dijî pêşengên jin jî perçeyek ji vê siyasetê ye. Ji bo li peşiya têkoşîna azadî û wekheviyê ya jinan bibin bend plana qirkirinê tê meşandin.”
‘Dadgeha Rojava bû dengê edaletê’
Kaîdî, diyar kir ku dadgeh xwedî girîngiyek mezin e û dengê gelê Rojava gihîştandiye cîhanê û wiha bi dawî kir: "Ev dadgeh, ji bo belgekirina sûcên ku Tirkiyeyê li Rojava kirine pir girîng e. Gelê Rojava doza xwe ya mafdar biparêze û ev dadgeh bû dengê wan. Ev dadgeh ji bo têkoşîna edaletê ye û ne tenê îro dê li ser pêşerojê jî bandorê çêbike. Divê hemû cîhan sûcên Tirkiyeyê kirine bibîne û sûcdar werin darizandin.”