lîsta rojê
-
Buyer Rojê: Meşa Jinên Cîhanê
4’emîn Meşa Jinên Cîhanê ji navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê despêkir.
-
Portreya Rojê: Sembola berxwedana Cezayîrê Djamila
Şoreşgera Cezayîrê Djamila Boupacha weke jinek bi hêz li hemberî dagirkeriya Fransayê têkoşiya. 20 salî tevli eniyên rizgariya neteweyî ya Cezaîrî bû, di eniyên pêş de cih girt û li hemberî dezgehên îskenceya herî giran û giyotînê vînek mezin nîşan da
-
-
-
Portreya Rojê: Nivîskar û dengbêja Cezairê Taûs Emrûş
Nivîskar û dengbêj Taûs Emrûş a ji qebîleya Emazîxî ye, navê xwe di wêjeya Cezairê de, bi tîpên zêrîn nivîsandiye. Wê li ser jiyana qebîleya xwe û qebîleyên derdorê di navê de jî rol û giringiya jinê nivîsiye û ji ber serkeftina xwe ya di wêjeyê de hêjayî xelatê hatiye dîtin.
-
Strana Rojê: Ji dengê Koma Hêviyên Jinên Şingalê, strana EW YJŞ NE diyariya 8’ê Adarê
Koma Hêviya Jinên Şengalê îsal jî bi kilibeke nû 8’ê Adarê pêşwazî dikin. Sitrana bi navê “Ew YJŞ ne” a ku têde qala hêz û cesareta Yekineyên Jinên Şengalê (YJŞ) ê yên bûne hêviya bi hezaran jinên dîlgirtî dike.
-
-
Portreya Rojê: Nivîskar Şêrîn Tekelî
Di mijara lêkolînên jinan û tevgera jinên li Tirkiyeyê de yek ji jinên pêşeng nivîskara femînîst û aktîvîst Şîrîn Tekelî 13’ê Hezîrana 2017’an jiyana xwe ji dest da.
-
Portreya Rojê: Lavinia Lloyd Dock
Ji jinên di qada tenduristiyê de li hemberî sektorên ticareta dermanan û newekheviya zayendî têkoşîn daye Lavinya Llyod Dock dibêje: “Hemwelatî li gorî desthilatdaran tenê rêgezên nêr yanî mêr in. Têgînên ku baviksalariyê di nava civakê de cih kirine tenê bi perwerdeya demokratîk dikarin bên çareserkirin.”
-
Portreya Rojê: Bijîşk Rebecca Crumpler
Rebecca Davis Lee Crumpler a ku bi isbatkirî her tişt bi xebata dijwar û disiplînê gengaz e, bûye nimûne û modela kedê ji bo bijişkan, jinan û pêşeroja zarokan.
-
Portreya Rojê: Parazvana 93 salan a zimanê dayikê: Chrîstîna Calderon
Chrîstîna Calderon a Yaganî, di tevahiya jiyana xwe ya 93 salan de bû parazvana çand û zimanê Yaganî loma bi wefata wê zimanê Yaganî sêwî ma. Chrîstîna Calderon, piştî mirina xwişka xwe gotibû: "Dema ku xwişka min Ursula jiyana xwe ji dest da, keseke ku bi zimanê dayikê bizanibe û bikarim pê re biaxivim nema hestek cuda bi min re da çêkirin. Min hîs kir ku ez bi temamî tenê mame."
-
-
Portreya Rojê: Ji jinên li peyî lêgerîna azadiyê Asma Mûrad
Asma Mûrad yek ji jinên li peyî lêgerîna azadiyê bûye ji bo wê jî ji aliyê rêjîma Sûriyê ve rastî hemû cureyên tundiyê hatiye. Asma Mûrad a li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan perwerde dîtiye piştî komploya 15’ê Sibatê 23 sal in cilên reş li xwe dike got: “Di hizûra hemû mirovahiyê de ez rêzdar û şopdarê doza Rêber Apo me.”
-
Portreya Rojê: Koordînetora çalakiyên bibandor ên Sofrajetan Christabel
Christabel Harriette Pankhurst hê zarok ew û xwişka xwe Sylvia bi dayika xwe re li qadên têkoşîna ji bo bidestxistina mafê jinan hevaltî kirin.
-
Portreya Rojê: Wêjevana berxwedana Cezairê Assia Djebar
Wêjevana Cezayirê Assia Djebar a bi romana xwe ya bi navê ‘jina gora wê nîn e’ herî zêde hatiye nasîn di kesayeta Suleyhayê de jinên Cezairê yên bi hêz li hemberî dagirkeriya Fransayê sekinîne kiriye mijara romanên xwe û serê xwe li ser jîndarkirina wan jinan êşandiye.
-
-
Portreya Rojê: Hanadi Zakaria El-Hindi
Tevî ku dizanî dema li welatê wê jinek bixwaze li peyî xeyalên xwe biçe çiqasî dijware jî ajotina belafirê li Siûdiyê ji xwe re kir xeyala jêneger û giha aramanca xwe. Hanadi Zakaria El-Hindi xewna xwe ya ajotina belafirê pêk anî û bû yekem jina Siûdî ku ruxseya ajotina belafirê bidest xist û navê wê di pirtûka 100 jinên herî mezin ên di hewavaniyê de hat tomar kirin.
-
Portreya Rojê: Wênegira kolanan Vivian Maier
Wênevana navdar a sedsala 20’an ku ji anva kolanên Chicago yê dest bi rêwîtiya wênekêşanê kiriye û dawiyê vegerandiye pîşeyek jêneger Vivian Maier nedixwast bi mêran re kar bike û digot: ‘Mirov nikare baweriya xwe bi mêrekê bine.’”
-
Portreya Rojê: Li dijî pergala kastê ya paşverû fedaiyek
Gauri Lankesh rojnamegereke Hindistanî ye. Ew parêzvana mafên jinan e, li dijî pergala kastê ya xwe disperse polîtîkayên cudakar aktîvîstek e. Ji ber vê nasnameya xwe, ji ber ku rexne li fanatîzma Hindû dikir, bû qurbanê sûîqesteke siyasî.
-
Portreya Rojê: Sakîne giyan dida eniyên berxwedana Cezayîrê
Di nava yekîneyên berxwedana Cezayirê de xebata tenduristiyê jî karek sereke û giringbû. Di dema çalakiyan de birîndar digihandin ber destê Sakîne û hevala li kêleka wê Melîke, her duyan xebata tenduristiyê girtibûn ser milê xwe.