Ji bo ‘Mafê Hêviyê’ ji KE’yê re danezanek hat şandin

Gelek saziyên mafên mirovan û hiqûqê û 10 baroyên bakurê Kurdistanê, berî civîna Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya dê di 9, 10 û 11’ê Hezîranê de pêk were, danezanek ji komîteyê re şandin.

Navenda Nûçeyan – Saziyên maf û hiqûqê û 10 baroyan, bang li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê kirin û gotin: “Tirkiyeyê biryarên binpêkirina derbarê dosyayên ‘Ocalan 2, Kaytan’, ‘Gurban’ û ‘Boltan’ de bi cih neanî. Divê komîte ‘mafê hêviyê’ di civînan de bîne rojeva xwe.”

Di danezanê de biryarên komîteyê yên berê cih girt. Di Îlona 2025’an de Komîteyê ji Tirkiyeyê mekanîzmayek xwest û got ku “reformên şênber ên qanûnî divê salnameyek pêşkeş bike.” Komîteyê di berdewamiya rewşa heyî de jî fikarên xwe anîbû ziman.

Tirkiyeyê biryarên DMME’yê pêk neaniye

Di danezanê de hate diyarkirin ku Tirkiyê biryarên “binpêkirinê” yên DMME’yê pêk neaniye û wiha hate gotin: “Desthilat kesên ku cezayê heta heta ji wan re biriye, derveyî kategoriyên berdana bi şert dihêle û vê jî qebûl dike. Qebûlkirina qedexeyên kategorîk ên berdana bi şert ji aliyê Tirkiyeyê ve û danasîna wan weke sepanek ‘awarte’ û ‘teng’, bi tespîtên ku di biryara Ocalan (2) ya DMME de hatine kirin, li dijî hev in. Tirkiye pergala giştî ya berdana bi şert vedibêje, lê ji bo komên girtiyan ên ku di nav vê ‘îstîsnayê’ de ne, nebûna mekanîzmayek vekolînê nirxandina xwe nake. Ev nêzîkbûn bersivek rasterast nade pirsgirêkên ku DMME’yê û Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KE) tespît kirine.”

Mafê Hêviyê nehatiye bicîhkirin

Di danezanê de hate eşkerekirin ku di pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ de li Meclîsê komîsyonek hatiye avakirin û raporek hevpar hate amadekirin. Di danezanê de hate destnîşankirin ku di rapora hevpar de hatibû diyarkirin ku divê biryarên DMME’yê û Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) werin bicihanîn û wiha hat domandin: “Di raporê de jî tê xuyakirin ku pêyva ‘mafê hêviyê’ bi awayekî rasterast nehatiye bicihkirin. Ji bo girtiyên ku cezayê heta hetayê li wan hatiye birîn, tu modela mekanîzmayekê ya vekolînê ya bikêrhatî jî nehatiye pêşniyarkirin. Ev yek nîşan dide ku ji vê pirsgirêkê dûrketin çêbûye.”

Her wiha di danezanê de hat diyarkirin ku di rewşa heyî de çarçoveya qanûnî nehatiye guhertin, tu mekanîzmayek vekolînê tune ye û nîqaşên heyî nehatiye veguhertin, ji ber vê yekê binpêkirin hem di asta şexsî de hem jî di asta binyadî de berdewam dike.

Pêşniyarên saziyên hiqûqê û baroyan ev in:

* Divê komîte ji bo pêkanîna biryarên Ocalan (2), Gurban, Kaytan û Boltan li dijî Tirkiyeyê bi awayekî çalaktir û bi bandortir tevbigere.

* Biryara yekem di Adara sala 2014’an de hatiye dayîn, ku daxwazkar ji mafê hêviyê hatine bêparkirin û bi dehsalan e di zindanê de tên girtin. Her wiha bi sedan girtiyên din jî ji vê rejîma infazê ya li dijî peymanê bandor dibin û divê dosyaya vê komê bikeve rojeva civînên asayî yên Komîteyê yên mafên mirovan.

* Serokê Komîteya Wezîran an jî Sekreterê di çarçoveya “Reykjavik Principles for Democracy” de derbarê pêkanîna biryaran de bi muxatabên neteweyî yên têkildar re diyaloga xwe ya siyasî bihêztir bike û ji rayedarên Tirkiyeyê re nameyek binvîse.

* Li gorî prensîbên ku di biryarên DMME’yê de hatine diyarkirin, di pergala hiqûqî ya Tirkiyeyê de bêyî cûdakariyê, hikmên ku ji bo hin cureyên sûcan, qedexeyên kategorîk ên berdana bi şert pêk tînin werin rakirin û ji Tirkiyeyê were xwestin ku tedbîrên giştî yên ku guhertina qanûnên bingehê binpêkirinê pêk tînin bigre. Doza Gurban group of cases v. Tirkiye di çarçoveya prosedûra çavdêriya bihêztir de bimîne.

* Ji bo ku biryarên DMME’yê yên derbarê rejîma infaza heyî de tevahî biryar werin pêkanîn, hem ku di Qanûna Înfazê ya hejmara 5275an de û hem jî yên ku di Qanûna Cezayê ya Tirkiyeyê ya hejmara 5237’an de cih digrin û li jor hatine diyarkirin, di çarçoveya pêvajoya muzakereya demokratîk a ku niha li Tirkiyeyê tê nîqaşkirin de bi reformên qanûnî yên pêwîst re, rasterast bi standardên mafên mirovan ve girêdayî ne.

Saziyên hiqûqê û baroyên ku danezan îmze kirine ev in:

Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Weqfa Lêkolînên Civakî û Hiqûqê (TOHAV), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Civaka Sivîl di Pergala Înfazê de (CÎSST), Baroya Êlihê, Baroya Amedê, Baroya Colemêrgê, Baroya Mêrdînê, Baroya Mûşê, Baroya Îdirê, Baroya Sêrtê, Baroya Rihayê, Baroya Şirnexê û Baroya Wanê.