Doza xizmên girtiyan hat taloqkirin

Doza derbarê xizmên girtiyan ku bi hêceta tevli çalakiya Nobeta Edaletê bûne tên darizandin, taloqî 24’ê Çileyê bû.

Navenda Nûçeyan –Nobeta Edaletê ya ji aliyê xizmên girtiyan û yên berdana wan hatine taloqkirin hatibû destpêkirin û di roja 18’ê kanuna 2022’an de hatibû bi dawî kirin. Xizmên girtiyan jî di nav de bi giştî derheqê 12 kesan de bi sedema ku tevli çalakiya Nobeta Edaletê ya ji bo berdana girtiyên nexweş û yên berdana wan hatiye taloqkirin bûne, doz hatibû vekirin. Danişîna 12 kesan taloqî 24’ê Çileyê bû.

Danişîna dozê li 54’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Stenbolê ya li Çaglayanê hate lidarxistin. Ji xizmên girtiyên nexweş Cemîle Çîftçî û Fînce Akman Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê Îlknûr Bîrol, Hevseroka Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) Evîn Genç û ji Dayikên Şemiyê Hanîfe Yildiz ku derheqê wan de doz hatiye vekirin û parêzerên wan di danişînê de amade bûn.

‘Bi îşkenceyê em hatin binçavkirin’

Fînce Akman di danişînê de destpêkê mafê axaftinê girt û got ku dema di 27’ê Tebaxê de hatin binçavkirin, ji hêla polîsan ve hatine derbkirin. Fince Akman bi bîrxist ku ji bo kurê xwe yê di girtîgehê de tevli çalakiyan dibe û wiha domand: “Her hefteyê ji girtîgehan cenaze derdikevin. Ez li dijî vê rewşê li wir bûm. Ji bo ku li pêşiya qesra edaletê daxwaza edaletê bikim li wir bûm. Lê belê me hêj du gotin nekiribûn em ji pişt ve hatin kelemçekirin û binçavkirin.”  

 Parêzera dayika Aştiyê Hanîfe Yildiz, Gulseren Yolerî jî da zanîn ku miwekîla wê mafên xwe yên makeqanûnî bi kar anîne. Gulseren Yolerî da zanîn ku miwekîla wê hatiye derbkirin, her hefteyê tê binçavkirin û lêpirsînên derheqê wê de jî bi biryara neşopandinê bi dawî dibin. Gulseren Yolerî, daxwaza beraetê kir. 

 Parêzerê Zebîde Înce ya ku beşdarî çalakiyê bûye, Atîlla Bahçivan jî polîs mafê bikaranîna azadiya raman û xwe îfadekirinê asteng dikin û daxwaza beraetê kir û da zanîn ku çalakvanên ku di ew yasaya ku tê darazandin de rola darbeya leşkerî ya 2’ê Îlona sala 1980’an heye. 

Danişîn taloqî 24’ê Çileyê bû

Dozger jî di danişînê de xwest ku kêmaniyên di dosyayê de bên temamkirin. Dadgehê ji bo endamê MATUHAYDER’ê Kalo Bozutmak biryara anîna bi darê zorê da û danişîn taloqî 24’ê Çileyê bû.