Doza destdirêjiyê ku bersûcên wê cerdevanin dîsa dest pê kir

Rûniştina doza S.A. ya ku ji 7 saliya xwe ve bi awayekî sîstematîk rastî destdirêjî û fuhûşê hat li Şirnexê bi biryara Dadgeha Îstînafê dîsa dest pê kir. Cerdevanên bersûc hewl dan destdirêjiyê rewa bikin.

Şirnex-Derketibû holê ku zaroka bi navê S.A. ya 17 salî li bajarokê Dêrahinê ya navçeya Qileban a Şirnexê ji 7 saliya xwe ve rastî destdirêjiyê hatiye û bi darê zorê fihûş pêdane kirin. Têkildarî bûyerê jinbava S.A.’yê û cerdevan jî di nav de derheqê 5 kesan de doz hatibû vekirin. Biryara cezayên hefsê yên li bersûcan hatibûn birîn, ji hêla Dadgeha Îstînafê hate xerakirin û li ser vê yekê doz jinûve hate lidarxistin. 

Li ser vegotinên S.A.’yê, di 14’ê adara 2022’yan de lêpirsîn hatibû destpêkirin û di çarçoveya lêpirsînê de 5 kes hatibûn binçavkirin. Ji binçavkiriyan parastvanê nêz ê Şaredarê Darahînê yê AKP’î Cemîl Yildiz ku cerdevan e Cengîz Aydemîr, cerdevanê teqawid Samî Yildiz û jinbava zarokê Berîvan Aydemîr hatin girtin. Metahan Bayram û Zahîde Yildirim jî hatibûn berdan. 

Derheqê 5 bersûcan de ji ber sûcên “îstîsmara zayendî”, “gefxwarin”, “Kes ji azadiya xwe bêpar hiştiye”, “Fihûş” û “Tacîzê” îdianame hatibû amadekirin. Doz, li 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê hate lidarxistin û di 5’ê nîsana 2023’yan de biryar hate dayîn. Ji bo bersûcan bi giştî 94 sal û 15 roj cezayê hefsê hate birîn. 

Li ser îtîraza parêzerên bersûcan, Dadgeha Edlî ya Herêmî ya Amedê dosya lêkolîn kir û biryar xera kir. Li ser vê yekê danişîna ewil a dozê îro li 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê hate lidarxistin. Malbata zaroka mexdûr û parêzerên wan, parêzerê Midûriyeta Malbat û Polîtîkayên Civakî amade bûn. Ji bersûcên girtî Berîvan Aydemîr, Cengîz Aydemîr û Samî Yildiz jî ji girtîgehên lê tên ragirtin bi rêya SEGBÎS’ê tev li danişînê bûn. 

Danişîn bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Ji ewil jinbava zaroka mexdûr Aydemîr parastina xwe kir. Aydemîr, îdia kir ku tu eleqeya wê bi bûyerê re nîne û xwest bê teyliyekirin. 

Bersûcan zaroka mexdûr sûcdar kirin

Piştre jî cerdevanê girtî Cengîz Aydemîr axivî. Aydemîr îdia kir ku derheqê sûcên li wan tên kirin delîlên şênber tune ne û bi van gotinan zaroka mexdûr hedef girt: “Ev keçik derewan dike. Biçûk nîne. Ev ne îstîsmarkirina zarok e, di temenekê wisa de ye ku xwe biparêze.” Bersûc xwest ku li zarokên bi zaroka mexdûr re li heman malê dijîn were guhdarîkirin. 

Ji bersûcan Samî Yildiz jî îdia kir ku tawanbariyên tên kirin derew in û red kir. 

Parêzerê bersûc Cengîz Aydemîr û Samî Yildiz ê bi navê Îdrîs Tekas jî zaroka mexdûr sûcdar kir, xwest keşf bê kirin û li xwişk-birayên zaroka mexdûr bê guhdarîkirin. 

Xwest bersûc bên cezakirin

Bavê zaroka mexdûr Agît Aydemîr jî got ku giliyê wan didome û xwest ku bersûc bi cezayên herî giran bên cezakirin. 

Parêzerê malbatê Hidir Tong jî got ku îfadeyên bersûcan û parastina wan mîna danişînên berê ne û xwest ku rewşa girtî ya bersûcan bidome û her yek ji wan cuda cuda bên cezakirin. 

Dozger xwest bên cezakirin

Dozger jî piştî parastinan mutalaaya xwe pêşkeş kir û xwest ku rewşa girtî ya her sê bersûcan bidome, her yek ji wan cuda cuda bê cezakirin û bersûcên din Zahîde Yildirim û Metehan Bayram jî cuda cuda bên cezakirin. 

Parêzerên bersûcan ji bo parastina li dijî mutalaayê dem xwestin. 

Ji bo bersûcên din biryara anîn abi darê zorê

Di danişînê de navber hate dayîn û piştre jî şandeyê biryara xwe da. Dadgehê bi sedema ku dê di dosyayê de nebe delîleke nû, daxwazên guhdarîkirina xwişk-birayên zarokê û keşfa cihê bûyerê red kir. Her wiha biryar da ku Metehan Bayram û Zahîde Yildirim ku bi awayekî girtî tên darizandin, bi darê zorê bînin danişîna din û danişîna dozê taloqî 4’ê adarê kir.