Danişîna hunermend Emel Çiftçi hat taloqkirin

2'emîn danişîna doza hunermend Emel Çîftçî ya bi îfadeyên şahidê nepen "Ulaş" hatibû girtin, bi hinceta kêmasiyêb di dosyayê de, taloqî 28'ê Gulanê hat kirin.

Navenda Nûçeyan- 2'emîn danişîna doza hunermend Emel Çîftçî ya li Amedê bi îfadeyên şahidê nepen "Ulaş" hat girtin û ji sûcê "endamtiya rêxistinê" û "avakirin û rêveberina rêxistinê" tê darizandin li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran hat dîtin.

Emel Çiftçi ya ku di celseya borî de tehliye bû, di danişînê de amade bû. Her wiha parêzerê Emel Çiftçi, Şerzan Yelboga jî danişîn şopand. Dozger, xwest kêmasiyên dosyayê bên temamkirin.

Piştî parastinan Emel Çîftçî û parêzerên wê daxwaza rakirina tedbîra kontrola edlî û qedexeya derveyî welat kirin.

Dadgehê biryara qedexeya derketina derve ya Emel Çîftçî rakir û danişîn taloqî 28'ê Gulanê kir.