Biryara beraetê ya der barê rojnamevan Ayşe Kara de hat xerakirin

Biryara beraetê ya der barê rojnameger Ayşe Kara de ji doza ku bi daxwaza 15 sal cezayê girtîgehê dihat darizandin hat dayîn, ji aliyê îstinafê ve hat xerakirin.

Navenda Nûçeyan – Biryara beraetê ya di doza der barê rojnameger Ayşe Kara ya ku di çarçoveya lêpirsîna Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de li Amedê hatibû binçavkirin û bi şertê kontrola edlî hat berdan de hatibû dayîn, hat xerakirin.

Doza ku bi hinceta ji ber endamtiya xwe ya Komeleya Rojnamevên Azad (KRA) û Kongreya Jinên Azad (KJA) yên bi KHK2Ê hatin girtin û ji ber meşa ku di sala 2016'an li Mêrdînê wekî rojnamevan şopandiye hat vekirin û hat xwestin 15 sal ceza li Ayşe Kara bê birîn, ji Dadgeha Edlieya ya Herêmê ya Amedê re hat şandin.

Dadgeha Cezayê Giran a 5'emîb a Amedê, di 9'ê Mijdara 2021'ê d ebiryara beraetê da. Lê Serdozgeriya Komarê ya Amedê îtiraz kir û serî li Dadgeha Edlî ya Herêmê da. Dadgehê îtiraza dozgeriyê lêkolîn kir, îşaret bi biryara Dadgeha Bilind kir ku beşdariya li civînên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) yên di navbera 2011-2013'an de bi tena serê xwe wekî delîl an jî xebatên rêxistinê nayên qebûlkirin.

‘Têrker nehat lêkolîn kirin’

Îstinafê derpêş kir ku dadgeha herêmî di pêvajoya biryardayînê de, li benda encama lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê der barê Karayê de daye destpêkirin nesekiniye û nehatiye lêkolînkirin ku ka berdewamiya di tawanbarkirina de bûne sedema "endamtiya rêxistinê" yan jî "alîkariya ji bo rêxistinê" yan na. Her wiha îstinafê diyar kir ku dadgeha herêmî lêkolîn nekiriye ku ka Ayşe Kara "bernav" bi kar tîne yan na û li ser bangên rêxistinê tevlî çalakiyan dibe yan na.

Dadgeha îstinafê ku bi sedema lêkolîneke kêm biryara dadgehê xera kir, ji bo jinûvedarizandinê dosyeyê ji Dadgeha Cezayê Giran a 5'emîn a Amedê re şand.