AYM'ê ji bo birîndarkirina Salîha Aydenîz biryara binpêkirinê da

Di dema çalakiyên protestokirina qeyûman de polîsekî êrişî Parlamentera DEM Partiyê Saliha Aydenîz kiribû û birîndar kiribû. AYM’ê, serlêdana şexsî ya Aydenîz nirxand û biryara “qedexeya muameleya xerab hatiye binpêkirin” da.

Navenda Nûçeyan-Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) têkildarî serlêdana Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Mêrdînê Saliha Aydenîz, biryara “qedexeya muameleya xerab hatiye binpêkirin” da. Li gorî vê dê ji Aydenîz re 100 hezar TL tazmînat bê dayîn. 

‘Bi qestî birîndar kirin’

Li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di 12’ê Cotmeha 2019’an de çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. Polîsan êrişî çalakvanan kir û Salîha Aydenîz û 2 kesên pê re birîndar kiribûn. Salîha Aydenîz jî diyar kir ku mafê civîn û xwepêşandanan hatiye binpêkirin û derheqê polîsên peywirdar de bi sedemên “Biqesdî birîndar kirin” û “Peywira xwe nebaş bi kar anîne” serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê dan. 

Walitiyê destûra lêpirsînê neda

Serdozgeriyê jî di çarçoveya serlêdana sûc de, ji bo derheqê Cîgirê Midûrê Emniyetê M.N. de bi sedema “peywira xwe nebaş bi kar aniye” lêpirsîn were vekirin destûra lêpirsînê ji walîtiyê xwest û dosya şand. Walîtiyê jî îdia kir ku “tu peywirdarên cemaweriyê yên peywira xwe xerab bi kar anîn nehatine tespîtkirin” û biryar da ku lêpirsîn neyê vekirin. 

Salîha Aydenîz li dijî biryara walîtiyê, di 27’ê çileya 2020’ê de li Dadgeha Îdarî ya Herêmê ya Dîlokê îtîraz kir lê biryar hat dayîn ku ji hêla demborînê ve mimkin nîne îtîraz were lêkolînkirin. Li ser vê yekê Salîha Aydenîz di 15’ê kanûna 2020’ê de li AYM’ê serlêdana şexsî kir. 

Îtîraz bêbingeh nîne’

AYM’ê jî biryara dadgeha îstînafê weke kêmasî nirxand. AYM’ê diyar kir ku îtîraz bêbingeh nîne û got ku îdiaya “qedexeya muemelaya xerab hatiye binpêkirin” dikare were qebûlkirin. Piştre jî AYM’ê biryara “qedexeya muameleya xerab ji hêla usûlî ve hatiye binpêkirin” da. 

AYM’ê, ji bo tespîtkirina binpêkirinê û lêpirsîna nû biryar da ku dosya ji Serdozgeriya Komarê ya Amedê were şandin û biryar da ku ji bo Salîha Aydenîz 100 hezar TL tazmînat manewî were dayîn.