Ji bo Peymana Stenbolê dê hezar parêzer li Enqereyê bin

Di doza ku derbarê biryara vekişîna ji Peymana Stenbolê li Dadgeha Bilind bê dîtin dê hezar parêzer li Enqereyê bin. Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê jî ji bo danişîna di meha Nîsanê bê dîtin de bang kir.

Amed- Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê, derbarê betalkirina biryara vekişîna ji Peymana Stenbolê ya dê di 28’ê nîsanê li Daîreya 10’emîn a Dadgeha Bilind bê dîtin de, civîneke çapemeniyê li dar xist.

Serokê Baroya Amedê Nahît Eren ku di civîna çapeniyê de axivî, bi bîr xist ku Tirkiyeyê bi biryara Serokomarê AKP’yî ji Peymana Stenbolê vekişiyayê û wiha got: “ Ji kêliya yekem ve rêxistinên jinan bertekên tund nîşan dan û diyar kirin ku ew biryara vekişînê nas nakin. Doza ku Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê vekiribû dê di roja pêncşemê de were dîtin. Weke nûnerên vê dozê em ê beşdarî vê dozê bibin. Peymana Stenbolê ji bo pêşîlêgirtina tundiya ser jinan bû. Ji roja xwe ji vê peymanê vekişandin heta niha gelek jin hatin kuştin.” 

Bang li Dadgeha Bilind

Endama Lijneya Rêveber a Baroya Amedê Hatîce Demîr jî diyar kir ku beriya danişînê li Enqereyê tedbîrên tund ên ewlehiyê hatin girtin û dest nîşan kir ku ez nizanin li wir çi li benda wan e.

“Biryara vekişîna derhiqûqî ye. Li pêşberî qanûnan û di mijara mafan de jin û zilam ne wekî hev tên dîtin. Vekişîna ji peymanê, ji bo pêşîlêgirtina edaletê hate kirin. Peyman, bi saya keda jinan hate qebûlkirin. Dîsa peyman, di têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê de giringiya nexşeya rê hilgirt. Ji sedî 50’ê alîgirên AKP’ê jî gotin ew li dijî vekişîna ji peymanê ne. Banga me ji bo hemû sazî û rêxistinên jinan ew e ku di 28’ê nîsanê de xwedî li Peymana Stenbolê derkevin û beşdarî doza li Dadgeha Bilind bibin.”

Dê hezar parêzer tevlî bibin

Endama navenda mafên jinan a baroyê parêzer Asli Pasînlî jî wiha axivî: Ji ber ku vekişîna ji peymanê jî ne di berjewendiya kamûyê de ye, divê di zûtirîn dem de ji ev xeletî vegerîn. Plana me ew e ku wê rojê hezar parêzer di danişînê de amade bin. Zêdetirî 60 baro dê beşdar bibin. Hêvîdarim ku ev têkoşîna hiqûqî bi ser keve û dê tevgera jinan a Tirkiyeyê bi ser keve.”