Sebzeya havînê ya jêneger: Bacanê sor, şamik an jî firîngî

Bacanê sor- şamik ango firingî ku di demsala havînê de çêdibin, gelek sûdên wê hene. Bi germahiya havînê re yek ji sebzeyên ku her roj tê xwarin firingî ye lê yên ku ji derveyî demsala havînê çar demsal di serayan de bi hormonan çêdibin bêguman sûda wan tune ye, heta dikare were gotin ku zirarê dide tendirustiya mirovan.

 
Navenda Nûçeyan - Bacanên sor sebzeyek ji malbata bacanên reş (obergîn) tê hesibandin. Navtenga wê bi tîrane radibe, paşê gelek şax jê çêdibin. Hem koka wê hem jî pelên wê wekî strî ne lê striyên wê nerm in, rengê wan kesk e. Belgên wê keskên xetxetî ne. Rûyê belgên wê yên derve keskê biriqok, ê hundir mat e û bêhnek gelek xweş ji wan tê. Kulîlkên wê zer in.
Destpêkê li Meksîka, Perû û Bolîvyayê çêbûye
Firîngî dema ku hê nagihîje rengê wê kesk e lê dema ku digihîjî sor dibe û ger piştî demek neyê jêkirin bi xwe dikeve erdê. Di nava firingiyê de dendik hene ku ew tovên wê ne. Ew tov tê hilanîn. Berê di nav qutîkan de tê çandin. Li wir dibe şitil, paşê ew şitil di nava zevî û bexçeyan de tê çandin. Çawa hinek cureyên kulîlkan bi şev vedibin, bacan jî wisa ye. Gelek cureyên wê hene. 
Welatê bacanên sor Meksîka, Perû û Bolîvya ye. Berê li çolê yên zer hatin dîtin. Dîroka wê baş nayê zanîn lê 1000 sal e ku li Meksîka, Bolîvya û Perûyê çandiniya wê tê kirin û ji bo xwarin, selete û derman tê xebitandin.
Piştî kefşkirina Amerîkayê, ji aliyê Kirîstof Kolomb ve bi gemiyan Ewropiyan anîne welatên xwe. Îtalyaniyan ji ber rengê wê yê zer bacan wek "sêva zêrîn” bi nav dikirin. Îngilîzan heta sala 1900'an wek "sêva eşqê " bi nav dikirin. Bacanên sor ji aliyê Ewropiyan ve ber bi deverên din ve çûye. Îngilizan bi xwe re birine Hindistanê.
Li gorî welatan nav lê hatine kirin
Ev sebzeya ku xwedî gelek navan e; ji Hindistanê derbasî Îran, Mezopotamya Jêrîn, Misir û başûrê Kurdistanê bûye. Lê li bakurê Kudistanê ji (derveyî Colemêrg û Botanê) ji aliyê Firansizan ve di dema şerê cîhanê yê yekemîn de hatiye Sûriye û Rihayê. Lewre beşek Kurd jê re dibêjin firingî (Fransizî) û beşek jî jê re dibêjin şamik.  (tiştê ji bajarê Şamê) Dîroka wê baş nayê zanîn lê 1000 sal in li Meksîka û Perûyê çandinîya wê tê kirin û ji bo xwarin, selete û dermanan tê xebitandin.
Dema ku bacan sor dibin tên berhevkirin. Tên hişkirin, ava wan tê givaştin û di qetremîzan de tê hilanîn, an jî tê kelandin û dibe doşav (salçe- ava bacanan). Wisa devgirtî tê hilanîn. Di firingiyê de Kalsîyum, Fosfor, Potasyum, Lîkopen Îzcopîn, Lîfên girêdayî, Flavonît, antî Vîral, Beta karotin, Fornesal, Asîta Pîpecolic, asîta Arabîk, 23 cureyên antîoksîdan, 25 cureyên antî bakterîel, Vîtamîn A, B1, B2, C, K. hene.
Fêdeyên wê
Destavê paqij dike, madeyên jehrî yên di bedenê de civiyayî davêje derve û xwînê zelal dike. Rehan (damaran) vedike. Ji bo bawîbûn û nexweşiya nîkristê bi fayde ye. Ji bo xistina kevirên nava sefrayê (zirav) û gurçik dibe alîkar. Hezmê hêsan dike. Qebizbûnê ji holê radike, xebitîna rûvî û aşikê baştir dike. Rengê çerm pembe û nû dike. Ji bawesîrê re zehf baş e. Bedenê li hemberî penceşêrê diparêze.  Ji bo pêvedana mozan û sotiniyan (şewatan) bi fayde ye. Xwînê çêdike bi serûber dike, kolestrolê dadixe. Pêşiya çêbûna varîsan digre, li hemberî bakterî û vîrosan şer dike û ji depresyonê jî bandoreke wê ya gelek baş heye.