Masiyên Gola Wanê berepaşê herikîna avê melevanî dike

Masiya Gola Wanê (încî kefalî) ku cureyê endemîk e 600 hezar sal in li gola Vanê dijî, çawa dest bi rêwîtiya xwe ya koçberiyê kiriye? Masiya gola Wanê (Încî Kefalî) ku di dema xwe ya zêdebûne de ji bo hêkên xwe bihêle ava şirîn li dijî herikîna avê melavanî dike, tevî qirêjbûna çeman jî gelo dê karibe rêwîtiya xwe ya dijwar bidomîne?

Masiya Gola Wanê (încî kefalî) ku cureyê endemîk e 600 hezar sal in li gola Vanê dijî, çawa dest bi rêwîtiya xwe ya koçberiyê kiriye? Masiya gola Wanê (Încî Kefalî) ku  di dema xwe ya zêdebûne de ji bo hêkên xwe bihêle ava şirîn li dijî herikîna avê melavanî dike, tevî qirêjbûna çeman jî gelo dê karibe rêwîtiya xwe ya dijwar bidomîne?
Wan-Koçberiya  masiya încî kefalî ku li Gola Wanê dijî, ji ava madenî ber bi ava şirîn ve di mehên biharê de dest pê dike. Ev rêwîtiya dijwar a masiya Gola Wanê ku di dema zêdebûne de, li dijî herikîna avê melavanî dike, piranî deverên ku ava şirîn lê heye dijîn. Lê belê, mijara meraqê ye ku di vê qirejbûnê de ev koçberî dê çawa pêk were.
Mirina dijwar a masiya încî kefalî ya li taxên Gendelova û Kargunduz ên navçeya Tuşbaya Wanê ku sala borî ji bo hêkên xwe bihêlin hatibûn ava şirîn lê di Çemê Bendimahi yê li navçeya Bêgiriyê gelek ji wan miribûn. Li ser bertekên welatiyan, Fakulteya Masîvaniyê ya Zanîngeha Wanê lêkolîn kir û daxuyaniyek da. Sedema mirina masiyan; di dema rêwîtiya koçberiyê de, hat diyarkirin ku ew ji ber enerjiya ku bi birçîbûne pir zêde hatiye bikaranin û  ji ber kêmbûna kordîsyonê mirine. Rêjeya mirina masiyên mê ji ya masiyên nêr 5 qat zêdetir bû, sedema vê yekê jî ew bû ku masiyên mê ji ber rewşa zêdebûnê bêtir enerjiyê xerc kirine  û mirina van bi xwezayî bûye.
 Çemên ku diherikin Gola Wanê tijî çop in
Wekî din, qirêjbûna zêde ya çemên ku masî tê re derbas dibin dibe sedema mirinên nû. Li Çemê Akkopru yê ku diherike Gola Wanê, masiyên wê di nav çopê de dimînin. Dema ku çopên li kolan û  taxan hatine komkirin, tên rijandina li çeman qirêjiyek mezin derdikeve holê. Masiyên Gola Wanê piranî li Çemê Akkopru, ji ber ku bi tûrikên plastîk ve asê dibin, berî ku hêkên xwe bihêlin dimirin. Gola Vanê ku cureyek endemîk e, ji ber qirêjiya çeman xeterek mezin li ser wê çêdibe.
Her sal bi hezaran kes tên ji bo temaşekirina şahiya bendava masiyên încî kefalî ya rêwîtiya bêhempa ku li ser Çemê Behdînanê ji navçeya Bêgirî û Erdîşê derbas dibe ziyaret dikin. Di çarçoveya tedbîrên vîrusa coronayê de, bendava masî hîn jî nahatiyê vekirin. Em tenê dikarin rêwêtiya masiya Gola Vanê li hin deverên ku ji çem derbas dibe temaşe bikin.
Bi hezaran salan e li wir dijîn
Masiya Gola Wanê di cîhanê de yek ji cureyê masiyên herî taybet e. Sedema vê ya ya herî girîng Gola Wanê ye. Gola Wanê tam 600 hezar salî ye. Gola herî mezin a şor û bi maden a cîhanê ye. Bi rûberê 3 hezar û 712 kîlometreyî, ew golek mezin e ku 3/1 ji mezinahiya Deryaya Marmarayê ye û bilindahiya wê hezar û 650 metre ye û li gorî mirovên li herême dibêjin behr e. Şaristaniyên berê ji golê re digotin behra jorîn, wan wisa dîtine. Masiya Gola Wanê (încî kefalî) bi hezaran salan e ku li vir dijî.
Masiya Gola Wanê her sal 10 hezar hêkan dike
Li gorî pisporan; Masiyek încî kefalî bi texmînî 10 hezar hêk û herî zêde 16 hezar hêkan dike. Piştî derketina têjîkan jî hêkan du heftayan di nava ava şirîn de dimînin, vedigerin golê. Tejîk 3 sal piştî ku di golê de dijîn, didin bey şopa dayika xwe ji ava şirîn koçî golê dikin. Binê çeman tijî hêkên masiyan in. Pisporan, diyar kir ku li deverên hêk tên danîn divê bi tu awayî destwerdan neyê kirin, bal dikşînin ku koçberiyek aliyê xuya û nedîtbar heye ku beşa nexuyayî pêvajoya binê avê ye, benda masiyan a çeman bi têjikên ku ji hêkan derdikevin dagirtî ye.