Li Papuayê daristana pîroz a ku tenê jin dikevinê

Daristana Mangrov a li navçeya Papua ya Indonezyayê, têne destûr tê dayîn ku jin bikevinê. Daristan deverek taybet e, nifş bi nifş jin li wê derê îstîrîdyê kom dikin û çîrokên xwe parve dikin.

Navenda Nûçeyan –  Daristana Mangrov a li navçeya Papua ya Indonezyayê, têne destûr tê dayîn ku jin bikevin. Ketina mêran a vê daristanê qedexe ye ger mêrek bikeve vê daristanê cezayê perê lê tê birîn. Daristan deverek taybet e ku nifş bi nifş jinan îstîrîdye lê kom kirine û çîrokên xwe parve dikin. Destûr hat dayîn ku tîma BBC a tevahî ji jinan pêk tê, bikeve vê daristanê. Jin li vê daristanê îstîrîdeyan kom dikin û ji hev re çîrokan vedibêjin
Pêwîst e hûn tazî bikevin vê daristanê
Andriana Meraudje ku li gundekî nêzî daristanê dijî wiha dibejê: "Ev daristan ji mêj ve tenê ji bo jinan e. Berî ku ez ji dayik bibim ji hebû. Heman rêbaz bi salan e derbasdar e. Ger hûn bikevin vê daristanê neçar in xwe tazî bikin, bi cilan hûn nikarin bikevin. Mêr tenê li hundir jî binêrin tên cezakirin û cezayê perê li wan tê birîn. Em ê wan bibin dadgeha eşîrê.”
Li mêvanên nevexwendî cezaye pere pere tê birîn 
Mêvanên dawetnekirî heta yek milyon rûpî (nêzî 69 dolar) têne cezakirin. Ati Rumboyrusi dibejê "Gava ku çûndin û hatin çedibe, em hemû bi hev re diçin daristanê. Em hevalên xwe vedixwînin û bi keştiyê diçin daristanê. Li daristanê em azad in, li derdorê mêr tune ne, tenê jin in. Ji ber vê yekê em bi azadî çîrokên xwe vedibêjin. Em dikevin behrê ji bo îstîrîdyan kom bikin hiriyê hîs dikin.”
Daristan niha di bin gefan de ye
Daristan nîvê 50 sal berê ye. Andriana Meraudje bi van gotinan xemgîniya xwe tîne ziman: “Okyanûs niha ji berê pir cudatir e. Okyanûsa me berê xweş, zelal û paqij bû lê mixabin ew bi çopan hatiye qirêjkirin. Dema ku baran dibare çopên li sûka bajêr tên peravê. Ez her gav ji xwe dipirsim, 'Çi bi okyanûsa me hat?’"
Îstîrîdyeyên ku kom dikin li sûkan difroşin
Jinan îstîrîdyeyên ku li daristanan kom dikin, li sûkên nêz difroşin. Andriana Meraudje got; “Daristana jinan a li gundê me, ji bo me cihekî pir girîng e. Em bêyî vê daristanê nikarin bijîn. Em ê her roj werin vir û îstîrîdyê bibînin. Li vir jin hev digrin. Em ê tu carî nehêlin ew winda bibe. ”
Werger: JINHA