Li Hewreman ji 255 kaniyan 166 kanî zuwa bûne

Rêxistina Niwê ya ji bo Parastina Jîngeh û Mafên Jinan piştî lêkolina li ser xwezaya Hewreman qedand, li Helebceyê bi daxuyaniyek çapemeniyê bîlançoya bandora hişkesaliyê ya li ser herêma Hewremanê eşkere kir.

Helepçe - Rêxistina Niwê ya ji bo Parastina Jîngeh û Mafên Jinan di çarçoveya çalakiyên beşa jingehê de di derbarê bîlançoya bandora hişkesaliyê ya li ser herêma Hewremanê de daxuyaniya çapemeniyê da. Di daxuyaniyê de berpirsa beşa jînge ya rêxistina Niwê Sara Selam axivî.
Sara Selam encamên lêkolîna rêxistina wan li herêmê kirine aşkere kir û got: “Herêma Hewreman ji 25 bajarok û gundan pêktê û herêmek geştiyariye, gelek bax û rez lê hene û debara xelkê piranî li ser çandiniyê ye. Lê niha ji ber kêm avî û hişkesaliyê metirsî li ser çavkaniyên dahata welatiyan çêbûye. Li gorî amarên rêxistina me, li 25 cihên cûda yên Hewremanê 255 kaniyên avê hatine tomar kirin. Ji wana 166 kanî bi temamî zuwa bûne, ev ji dibe ji sedan 60’ê kaniyan. Ev metirsiyek mezine li ser hişkbûna şînkatî û darên gozan li Herêmê. Divê aliyên peywendîdar ji vê rewşa metirsîdar agahdarbin û bi lez çareseriyek were dîtin. Hişkbûna şînkatiya herêmê raste rast bandora xwe li ser rêjeya hatina geştiyaran dike.”