Li hemberî kana mermerê kampanya îmzeyan

Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê, ji bo îptalkirina kana mermer a li Payizavayê tê xwestin bê çêkirin kampanya îmzeyê da destpêkirin.

 
Navenda Nûçeyan - Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê, ji bo îptalkirina kana mermer a li gundê Şêxan ê Payizavayê tê xwestin bê çêkirin kampanya îmzeyê da destpêkirin. Tevgera Ekolojiyê derbarê kampanya ku li ser change. org da destpêkirin de ev daxuyanî da: 
"Ji krîza Gerdûnî ya avhewayê bigirin, heta bi krîza xurekê, bi giştî li dijî krîza ekolojîye, di bedelêa ku ewlehî bê girtin, pêşveçûneke li dijî vê heye, ji Hes, Jes û Tokiyan bigirin bi giştî krîzeke ekolojîk heye. Ji ber vê bi gundên ku bên valakirin û bi koçberkirina kesan re wê gelek pirsgirêkên civakî derkevin holê. Bila çêkirina kana mermer ku tê xwestin li gundê Şêxan ê payizavayê bê çêkirin îptal bikin berdêla mexdûrkirina gel bidin."