Li Helepçe pêşangeha parastina jîngehê

Li Helebçeyê bi boneya Roja Jîngeha Kurdistanê bi dirûşma ‘Jîngeha me ciwan e, bila bi naylonan wêran nebe’ pêşangeheke kîsên xam hat vekirin. Di pêşangehê de daxwaz hat kirin ku êdî kes kîsên naylon bikar neyne, jîngehê qirêj neke û ji bo paqijiyê jîngehê biparêzin.

Silêmanî- Bi boneya Roja Jîngeha Kurdistanê li Baxê Giştî yê Helebçeyê Rêxistina Niwê ya Parastina Jîngeh û Mafê Jinan, bi armanca nîşandana xetera madeyên naylon li ser jîngehê, pêşangeheke kîsên naylona xam vekir. Di pêşangehê de çend cureyên kîsan ku li ser “Em ê Kurdistanê şîn bikin” ku çend jinên ciwan nexş û wêneyên li ser kîsên xam nexişandibûn hatin nîşandan. Di pêşangehê de Seroka şaredariya Helepçeyê Kuwêstan Ekrem û hejmarek ji jîngehparêzan û niştecihên bajarê Helepçeyê amade bûn. Berpirsa Beşa Jîngehê ya Rêxistina Niwê Sara Selam der barê armanca pêşangehê de ji ajansa me re axivî.
“Naylon jîngehê qirêj dikin”
Sara Selam armanca wan weke jîngeparêz a parastina jîngehê wiha anî ziman: “Armanca me ew e ku ji ber naylon jîngehê gelek qirêj dikin em gel hişyar bikin û bala hemû kesan bikşînin ku êdî kîsên naylon bi kar neynin û jîngehê qirêj nekin. Her wiha kampanyayek din a me heye ku li dibistanan didome, armanca me hişyarkirina xwendekaran e ji bo ku jingehê şîn bikin.”
Rêxistina Niwê ji roja ku hatiye damezrandin heta niha, kar ji bo parastina jîngehê û mafên jinan kiriye. Heta niha jî karê xwe berdewam dike û çend çalakiyên di çarçova avakirina hişmendiya parastina jîngehê de lidarxistine.  
Di 16’ê Nîsana 1987’an de rejîma Baasê ya Iraqê deverên Balîsan û Şêx Wesanan ên girêdayî Hewlêrê kîmyabaran kir. Di encamê de 264 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 600 kes jî birîndar bûn. Her wiha jîngeha deverê jî wêran bû. Ji bo bîranîna vê rojê, di sala 2007’an de Parlamentoya Herêma Kurdistanê bi biryarek roja 16’ê Nîsanê wekî Roja Jîngeha Kurdistanê diyar kir.