"Li Efrîna dagirkirî talana xwazayê"

Endama Desteya Ekolojiyê ya Şaredariya Şehbayê Mêrvet Hemede di derbarê talana xwezaya Efrînê de got: "Li Efrîna dagirkirî talana xwazayî rojane dewam dike. Armanca dewleta tirk ew e ku kurdan qir bike û guhertinên demgrafîk li herêmên wan pêk bîne. Ruxmî ku qanûnên navnetewî yên parastina xwezayê hene jî, lê dewleta tirk qet guh li van qanûnan nake û xwezayê talan dike."

"
ŞÊRÎN ELÎ
Şehba - Dewleta tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê kiryarên xwe yên der mirovî li herêmên dagirkirî berdewam dikin. Efrîn a ku bi dar û xwezaya xwe dihat nasîn, bi taybet bi darên zeytûna dewlemend bû û têkiliya miletê wê bi xwezayê re weke têkiliya dayikê bi zarokên xwe re bû, piştî ku ji aliyê dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê ve hate dagirkirin û miletê wê hate koçberkirin, rojane bi hezaran dar tên qutkirin û xwezaya Efrînê tê talan kirin, şewitandin û dizîn. Têkildarî mijarê endama Desteya Ekolojiyê ya Şaredariya Şehbayê Mêrvet Hemede axivî.
"Dewleta tirk xwezaya Efrînê talan dike"
Mêrvet têkildarî êrîşên ser xwezaya Efrînê û birîna darên zeyîtunan got: "Xweza heyîna bingehîn e di jiyanê de, jîngeha domandina jiyanê ye û bê wê jiyan radiweste, ji ber vê yekê di nav gel û civakê de pîroz tê dîtin. Têkiliyek xurt di navbera mirov û xwezayê de heye. Bi taybet miletê Efrînê gelek nirxê xwezaya herêmê xwe dizanîn û xizmet wê dikirin, kesên wê yên temen mezin temenê xwe di xizmetkirina ax û xwezayê Efrînê de derbaskirine, lewma dema ku ji Efrîn hat koçberkirin bandoreke neyînî li fîzîka wan hate kirin. Armanca dewleta tirk ew e ku kurdan qir bike û guhertinên demgrafîk li herêmên wan pêk bîne, ji ber vê yekê xwezaya Efrînê tecawiz dike. Ruxmî ku qanûnên navnetewî yên parastina xweza hene jî, lê dewleta tirk qet guh li van qanûnan nake û xwezayê talan dike. Dewleta tirk a dagirker çekên kîmyawî li Efrînê bikaranî û gelek zirar gihêşt xwezaya wê. Tunekirina xwezayê tunekirina mirovahî û jiyanê ye. Mafê me ye ku em jî parastian xwezaya xwe bikin û ji talankirinê biparêzin. Li Efrînê mirovahî tê tunekirin. Em jî li beramberî êrîşên ku li ser xwezaya me tê kirin xebatên xwe zêdetir bikin û ji cîhanê re rastiya dewleta tirk raghînin."