Li Darahênê qadek mezin a daristanê şewitî

Li herêma Selvî a Darahênê şewata ku derket qadek mezin a daristanê şewitand û piştî 5 rojan girtin bin kontrolê.

Çewlik - Li herêma Selvî a navçeya Darahênê ya Çewlikê di 25'ê Hezîranê de şewat derketibû. Şewata ku bi bayê re belav bû heta gûndê Gazê çû, gelek qadên daristanê şewitîn û gelek ajal telef bûn. Piştî 5 rojan şewat kete bin kontrolê.