Li Çiyayê Cûdî birîna daran û talana xwezayê

Di bin kontrola leşkeran de ji aliyê cerdevanan ve li qada Besta ya Çiyayê Cûdî dar tên birîn.

 
Şirnex - Li qada Besta Tîkera ya Çiyayê Cûdî bi ser Şirnexê ve di bin kontrola leşkeran de cerdevan daran dibirin û xwezayê talan dikin. Hat zanîn ku bi alîkariya cerdevanên ji bajarokê Sêgirkê ya Qilebanê ji roja sêşemê ve dar tên birîn û tê gotin rojane 400 ton dar tên birîn. Hat diyarkirin ku komek nêzî 70 kesî ku bi piraniya wan cerdevan in, bi xîzarê daran dibirin. Li qada dar tên birîn nêzî 30 traktor jî didin xebitandin û rojane herî kêm 4 sefer daran dibin. Ev darên ku tên birîn vediguhezin tabûra leşkerî ya di navbera bajarokên Sêgirkê û Gundikê Melê de. 
Li vê devera ku dar tên birîn nêzî qadên herêma ewlehiya taybet a leşkerî ne. Sala par jî li qadên Gûrariştê, Gera Rûviya, Şikira Kera ve Banê Elî yên bi ser gundên Cifanê, Nerex, Gilindor, Nêvava, Sorbitnê, Bêşêrê, Gundikê Remo ve bi mehan dar hatibûn birîn.