Jinên dar hembêz kirine desturê nadin talan xwezayê

Jinên herêma Geliyê Îşkencedere ya girêdayî navçeya Îkîzdereyê yên li hemberî kana keviran parastina daristanên xwe dikin, di helwesta xwe ya li hemberî talana xwezayê de bi israrin.

 
Rîze – Yek ji daristanên cîhanê yên divê bê parastin Geliyê Îşkencedere ya girêdayî navçeya Îkîzdere ya Rîzeyê yê ye. Înşata Cengîz ev demeke dixwaze li nava vê daristanê kana keviran veke. Bi pêşengiya jinan welatiyên herêmê li hemberî makîneyên kar xwe kirine mertal û li pêş daristanên xwe sekinîne. Ev hefteyeke li dijî hewldana çêkirina kana keviran li ber daristanên xwe nobetê digirin. Jinên xwe li daran pêçane ne astengiya leşkeran ne jî mekîneyên kar nasnakin tenê hewildidin ax û daristana xwe biparêzin. Biriyardariya jinên di parastina daristanên xwe de cîh girtine li ser mediyaya civakî bi dîmen û wêneyan tê dîtin.
Welatiyên navçeya Îkîzdere ya Rîzeyê ku bi rojan e li dijî kana keviran a tê xwestin li Geliyê Îşkencedereyê were avakirin, nobeta xwe didomînin, ji bo proje bê betalkirin kampanyaya îmzeyan dan destpêkirin.
Li ser Twitter ê bi navê #ikizderesahipsizdeğildir, #ikizderedireniyor, kampanya ya piştevaniyê hat despêkirin.