Jin bi hemleya çandina daran Şengalê ji nû ve şîn dikin

Jinên Êzidî bi boneya şînkirina Şengalê ji 4’ê Nîsanê ve despêkirine li gelek deveran daran diçînin. Li ser projeya Koma Piştevaniyê ya Wexfa Jinên Êzidî bi jinên Şengalê re dayî despêkirin bi 4’ê Nîsanê re dest bi çandina daran kirine. Bi tevlîbûna TAJÊ’ê li ser pênc ziyaretên cuda dar hatin çandin.

ELMAS NAIF
 
Şengal – Li ser projeya Koma Piştevaniyê ya Wexfa Jinên Êzidî ji 4’ê Nîsanê ve hamleya çandina daran hatiye despêkirin. Bi pêşengiya TAJÊ’ê jinan dest bi çandina daran kiriye û li ser pênc ziyaretên cuda dar çandin. 
Endama Koma Piştevaniyê ya Wexfa Jinên Êzidî Feride Şengalî di derbarê pirojeya wan ji 4’ê Nîsanê ve dane despêkirin got: “Me li Şengalê hamleya çandina daran daye despêkirin. Bi piştevaniya gelek sazî û kesayetên xêrxwaz me vê hamlê daye despêkirin. Despêkê me bi şînkirina derdora 23 ziyaretan dest bi karê xwe kir. Di çarçova vê hemlê de dê hezar dar bên çandin. DAIŞ’ê herî zêde êrîşî cihên me yên pîroz kirin. Me jî li Şengalê di çarçova xebatên ji nû ve avakirinê de despêkê ji şînkirina ziyaret û cihên pîroz despêkir. Her çendî dijmin êrîşî vî warê pîroz bike û hewilbide xirabike jî emê ji nû de şîn û xweş bikin. Îro jî me li  sê deverên cuda dar çandin. Herî zêde jî em darên fêkiyan diçînin. Ji ber jin zêdetir nêzî xwezayêne, ji ber  wê jî me bi jinan re dest bi vê hamlê kir.”
Jinên beşdarî hamleya darçandinêbûn bi kêfxweşiyek mezin li pesarên çiyê giyan dan darên çandî. Endama Tevgera jinên Êzidî (TAJÊ) ê Emşe Şengalî ya tevlî hamleya darçandinê bûyî diyar kir ku wan di nava rojê de li sê deverên cuda darçandin û wiha dom kir: “Çiya û ziyaretên me, ji bo me cihên pîrozin û em dixwazin li van cihên pîroz xwedî derkevin. Em dixwazin her derê şîn bikin. Bi tayîbet meha nîsanê despêka biharêye û bedewiya xwe ji şînkahiyê digire, em jî dixwazin bi çandina daran cejna xwe pîroz bikin. Ji bo me dar sembola pîroziyê ne. Em bi saya Rêber Apo hatin van rojan. Fikir û felsefeya wî neba em ê îro ne li van çiyayan bana. Bi saya wî em îro li van çiyayan daran diçînin û li van çiyayan carekdin tovê jiyanê diçînin.”