Ji ber barana kêm îsal gilyaz baş negihîştin

Gilyazên ku her sal di meha Hezîranê de digihîjin û ji daran tên berhevkirin, ji ber hişkahiya îsal kêm bûn. Lamia Dolan a ku bi gilyazan debara xwe dike, dibêje ku darên gilyazan bi baranê xwedî dibin û baş berheman didin.

MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed -  Bi hatina meha Hezîranê re, fêkiya gilyazê ya jênegera mehên havînê, bi rengê xwe erebokên bazar û seyar dixemîne. Gilyazên ku li bajarên Mêrdîn û Amed zêde ne, ji ber barana kêm a îsal fêkiyên wan kêm bûn. Lamia Dolan a ku li Gundê Comelaşê yê Licê dijî, bi firotina gilyazan debara xwe dike. Bi darên gilyazan ku 10 sal berê çandine, bi gilyazên ku her sal ji wan daran diweşîne debara xwe dike. Lamia Dolan bal kişand ku darên bi salan e fêkî didin di van du salên paşîn de ji ber barana kêm, beriya ku gilyaz bigihîjin hişk dibin û ji daran dikevin.
"Me wekî çavên xwe li daran mêze kir" 
Lamia li darên gilyazê ji roja ku çandiye heta niha wekî çavên xwe mêze dike. Li ser vê yekê wiha got; "Min şaxên xwe yên daran ji roja destpêkê ve, wekî dayikek ku li zaroka xwe dinerê, xwedî dikir. Dar jî bal û lênihêrînê dixwazin. Ger li wan mezê bikî bi awayekî baş mezin dibin, ger li wan mezê nekî, fêkiyan nadin. Me jî wan bi vî awayî mezin kir û anîn wan rojan."
"Em bi gilyazên ku difroşin debara xwe dikin" 
Lamia Dolan, ji bo ku gilyaz zirarê nebînin yeko yeko gilyazan bi destên xwe ji darê jêdike û dixe nav kaseyan, bi rojan li ber tavê dixebite. Lamia got; "Em gilyazan berhev dikin û difroşin. Muşterî tên nava bexçe û ji vir dikrin. Gava pir zêde bin, em dibin li Çewlikê jî difroşin. Darên gilyazan fêkiyan didin, zû mezin dibin lê di heman demê de zû jî hişk dibin.”
"Daran ji ber hişkahiya zêde fêkî nedan"  
Lamia dibejê ku hişkahiyê li darên gilyazan jî xistiye û wiha domand: “Ji ber ku gilyaz piçûk in, komkirina wan li ber rojê zehmet e. Lê dema ku em li daran dinêrin, fêkiyên ku dide kêfa me tînin. Dema ku em rengê wan dibînin, dixwazin di cih de hemûyan kom bikin. Mirovek dema ku li ser axa xwe karê xwe dike naweste. Ew her gav dixwaze di nava xweza û axê de be. Ji ber ku îsal baran nebarî, gilyaz pir hindik bûn. Van daran ji baranê hez dikin û dema ku baran nabare fêkiyan nadin. Ji sala borî kêmtir fêkî dan îsal lê dîsa jî têra me dike.”