"Dewleta tirk ava Firatê kiriye amûr û cîhan jî li hember wê bêdeng e"

Hevseroka Meclisa Edaletê ya herêma Firatê Rewşen Hacim têkildarî qutkirina ava Firatê ji aliyê dewleta tirk ve nirxandin kir.

BEYDA OSMAN

Kobanê- Dewleta tirk ji 27`ê Çileya 2021`ê ve para Sûriyeyê ya ava çemê Firatê qut kiriye. Tevî ku di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de di 17`ê Tîrmeha 1987`an de hevpeymana Sûriye-Tirkiye ya parvekirina ava Firatê hatiye îmzekirin û li cem Neteweyên Yekbûyî jî hatiye qeydkirin ku para Sûriyeyê di her saniyeyê de 500 metre kûp av e. Lê dewleta tirk bi rengekî fermî vê hevpeymanê binpê dike û ava çem weke çekekê li hember niştecihên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi kar tîne. Kêmbûna avê ku dewleta tirk 100 ango 200 metre kûp berdide, bi xwe re gelek ziyanên çandinî, tendirustî, eleketrîk û hwd. anî.

Di vê çarçoveyê de ajansa me nirxandin û nêrîna hevseroka Meclisa Edaletê ya herêma Firatê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rewşen Hacim girt.

"Para Sûriyeyê ya ava Firatê diyar e"

Rewşen Hacim di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser naveroka hevpeymana parvekirina ava Firatê û got: "Hevpeyeman ku di sala 1987'an de li ser bingeha diyarkirina para Sûriyeyê ya ava çemê Firatê hat îmzekirin. Li gorî vê hevpeymanê divê ku di saniyeyê de 500 metre kûp derbasî axa Sûriyeyê bibe, ev bend û hevpeyman li cem NY`ê hatiye qeydkirin. Ji ber vê hevpyemaneke fermî ye û dewleta tirk neçar e li gorî wê tevbigere."

"Qutkirina ava Firatê êrîşeke siyasî ye"

Rewşen Hacim di domandina axaftina xwe de armanca dewleta tirk wiha bilêv kir: "Dewleta tirk di her derfetê de aloziya Sûriyeyê li gor derfetên xwe bi kar aniye. Li aliyekî êrîşên çekdarî û li aliyekî rê û rêbazên din. Ji bo vê qutkirina ava Firatê jî yek ji rêbazên şer ên dewleta tirk e. A niha 3 milyon kes ji avê bê par in, çandinî, lawir, elketrîk û hemû derfetên jiyanê lewaz in."

"Sûc û kiryarên dewleta tirk bê ceza dimînin"

Hevseroka Meclisa Edaletê ya herêma Firatê Rewşen Hacim herî dawî ev nirxandin kir: "Dewleta tirk êdî hemû sînor derbas kirin û tevahî hevpeyman û zagonan binê dike. Gelek caran hat gotin ku divê dewleta tirk were cezakirin lê me heta niha jî pratîka van gotinan nedîtiye. Divê ku êdî dewleta tirk ji ber tevahî sûc û binpêkirinan were cezakirin lê mixabin ku rêxistinên mafên mirovan û hemû civaka navneteweyî jî çavên xwe digrin û rê li ber dewleta tirk vekirine."