Buka baranê an jî nîsanok

Ji kulîlkên despêkê ji bo derman hatî xebitandin bûka baranê, bi rengê xwe yê sor reng dide bûharê. Bi taybetî meha nîsanê dema wê ye ji ber wê jî li hin deveran jêre dibêjin nîsanok.

Navenda Nûçeyan - Kulîlkên Şeqaiq El-nuiman bi navê kulîlka bayê, kûlîlka jinan û Bûka baranê jî tê zanîn. Bûka baranê yek ji wan kulîlkên demdirêje ji bo dermanan bikar tînin. Romiyan wê ji bo dermankirina gelek nexweşiyan wek tayê, êşa zik û kuxikê bikartanîn. Di efsaneyên Roman de tê bawer kirin ku ev kulîlk ji xwîna Adonis evîndarê Aphrodite mezin bûye. Di baweriya Ereban de jî ev kulîlk li ser gora Nuiman bin El-minzir mezin bûye, yê ku di parastina jinên ereb de li dijî Farisan jiyana xwe ji dest da. Dîroka bîkokê bi esehî nayê zanîn. Lê li gor pisporan ji aliyê Sûmer, Babîl Asur, Med, Ûraltû, Misra kevnar, Yewnan, Romayî û Bizansîyan, ji bo derman û rengxweşkirinê dihat xebitandin.
Bûka baranê (bûkilok) nebatek giyayî û bi kulîlk e. Di mehên hizêran û tîrmehê de pelên kulîlkên wê tên berhevkirin. Di nava geniman de, li devê rê û li nav mêrgan xwebixwe ji aliyê xwezayê ji nava axê dipişkiv e. Bejina wê li gor cûre û devera lê şîn dibe, 20 – 100 cm bilind dibe. Navteng û belgên wê hinkî bi pûrt in. Belgên wê kesk in. Kulîlkên wê di serê gupîkên çiqan de vedibe.
Bi gelemperî rengê wan sorê xwînî ne. Lê yên peyazî û ketûmatên spî jî hene. Kulîlkên wê wek sehlikan in û çarper in. Navika wê zer e, di rexên navikê de tozdankên dolkirinê (bergitinê) hene. Dema kulîlkên wê diweşin qabsûlek dimîne, di nava wê qabsûlê de bizirê wê heye. Bûkilok di mehên Tîrmeh û Tebaxê de di navbera saet 5,30- 10.00'an de toza tovên xwe belav dike. Di heman demê de mêşên hingiv û yên din derdikevin çêrê û ji xwe re dibin. Bûkilok navê xwe ji bûk ê distîne. Ji ber ku wek bûkekê xwezayê dixemilîne. Kurdan ew xweşikbûna bûkê li wê kulîlkê kiriye. Her wekî tê zanîn, li Kurdistanê hîzarê bûkê (kirasê bûkê) sorê xwînî ye û ne spî ye. Wisan tê texmînkirin ku welatê bûkilokê Mezopotamya, Anatolîen û Bûlxarîstan e. Lê niha li hemû deverên cîhanê belav bûye..
Kêrhatiya bûka baranê
Ji bo kuxik, astim û bronşîtê pir bi fayde ye. Belxemê tavêje, xwîn tivkirinê dibire, xewa kal û zarowan tîne. Di heman demê de jî hêrsbûnê diarimîn e, dilkutê (kelecanê-heyecanê) dadixe û hwd. Her wiha çay û şirûb jî ji bûkilokê tê çêkirin. Lê ev giya ji jinên ducanî û yên ku zarokan şîr didin ne kêrhatiye. Beriya ku bikarbînin pêwîste bi bijîşk re bişêwirin.