Li Zirganê piştî 6 salan jiyanek nû

Li Zirgana ku tevî êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk berxwedanek bêhempa nîşan da, piştî 6 salan rûpela ku jiyana azad biser dixe vedibe û xeyalên dagirkeriya Tirk têk dibe.

SORGUL ŞÊXO

Zirgan – Zirgan biçûktirîn bajarên Kantona Cizîrê ya li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Lê bi berxwedaniya gelê xwe, mezin e. Li vir Kurd, Ereb û Ermen bi hev re dijîn, bi hev re civaka demokratîk li ser bingehê hişmendiya Neteweya Demokratîk ava kirin.

Li dijî hişmendiya serweriya mêr rêxistina Kongra Star û Mala Jinê bi semîner û çalakiyên xwe yên li ser 14 salên şer, hewl didin civakê biguherînin. Tevî êrîş û topbaranên hewayî û bejahî yên dagirkeriya Tirk ên li ser bajar, jin û mêr bi hev re bûn mertal, hem bajar hem jî şoreşa xwe ya ku azadiyê û civakek demokratîk armanc dike, parastin.

‘Ez hebûm, heme û ez ê hebim’

Îro, 6 sal piştî êrîşan û şehadeta bi dehan jin zarok û extiyaran, hilweşîna bi hezaran malên şêniyan û hişkbûna daran, xirabkirina rêyên çûn û hatinê, Zirgan careke din peyama xwe dide û dibêje: Ez hebûm, ez heme û ez ê hebim û wê neviyên vê axê û gelê wê heta dawî, min biparêzin. Di oxira azadiyê de jiyana birûmet biser dikeve û jiyana koletî û dagirkeriyê wê xatir bixwaze.

Ji bo avakirina hişmendiya netewa demokratîk

Dîmenên çûyîna hezar û 518 xwendekarên ku bi cilên xwe yên fermî yên Rêveberiya Xweser ji dibistanên seretayî, navîn û amadeyî hêviyên nû mîna siberoj her tim bi ronî ye, diçîne. Derûniyê baş dike û aramiyê dide. Pergala dibistanên civaka demokratîk li ser hîmê têgihîştina demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê bingeh digre tên avakirin û dibin cihê çandin, hêşînkirin û avakirina hişmendiya netewa demokratîk.

Perwerde piştî 6 salan dîsa destpê kir

Xwendekaran ji hişmendiya ku bi zayendparêzî, desthilatdarî, nijadperestî, xweza û hawirdorkujiyê hatiye meyandin dûr dixe. Li ser bingeha hişmendiya civaka ehlaqî-polîtîk avakirin û gihandina kesayetek xwedî vîn û azad armanc dike. Her wiha ji cihêrengiyê re rêzdar e. Xwendekarên ku koçber bûbûn û 6 salan ji xwendinê dûr ketibûn, beşek ji wan careke din vegeriyan dibistanên xwe û perwerdeya xwe didomînin.

Malên xwe ji nû ve ava dikin

Her wiha jin piştî êrîşan xwe di qada aborî de jî bipêş dixin û hewl didin ku xwe birêxistin bikin û aboriyek komînal ava bikin. Jinan bi alîkariya Komîteya Aborî ya Kongra Star yekem projeya di bin nave Kooperatîfa Nanê Zirganê de, vekirin. Tevgera bazarê baş bûye, firoşkar û bazirgan firoşgehên xwe vedikin û kel û pelan difroşin gel. Gelên ku koçber jî bûbûn careke din vedigerin bajar û malên xwe yên ji êrîşan zirar dîtine çêdikin û bicih dibin.

Rûpela nû ya ku gel piştî çîrokên êş û koçberiyê, şehadet û birîndariyê, rûpelek sernavê wê berxwedanî û jiyana azad biserdikeve û dagirkerî têk diçe, vedike. Di dîmenan de tevgera gel xuya dike.