Ji bo xwendevanên keç li Xurmal pêşbaziya bezê hat li darxistin

Li bajaroka Xurmal a girêdayî Helebceyê ji bo xwendekarên keç pêşbaziya bezê hat lidarxistin. Di pêşbaziyê de 100 xwendevan bejdarî beza 500 metrî bû û 10 xwendevanên ku pileya yekemîn bi dest xistin hatin xelatkirin.

Helepçe- Îro beriya nîvro li bajaroka Xurmal a ser bi parêzgeha Helebce ji bo xwendekarên gundên Xurmal keç pêşbaziya bezê hat lidarxistin. Pêşbaziya bezê ji aliyê Rêxistina Geşepêdana Medenyet (CDO) û Rêxistina Mindalanî Dêkanî ve hat organîzekirin. Di pêşbaziya bezê de nêzî 100 xwendevanên keç ji 10 dibistanên girêdayî bajarokê Xurmalê bejdarî beza 500 metrî bû.

Rêxistina Geşepêdana Medenyet Terze Tariq der barê pêşbaziyê de wiha got: “Weke rêxistin em piştgirî hemû xûrên çalakiyan ji bi jin, ciwan û zarokan dikin. Ev pêşbazî taybet ji bo sînorê Xurmal bû û nêzî 100 xwendekarên keç bejdar bûne û armanaca me ewe ku zêdetir giringî bê dayîna werzîş û pirojeyên werzîşê.”

Xwendekarên keç bi çoş û xorûşek mezin bejdarî pêşbaziyê bû. Dibîstana Şîremer yek ji wan dibîstanan ku xwendevan jê bejdar bûne. Mamostaya werzîşa dibîstana Şîremer Sûmeye Farûq wiha got: “Armanca bejdarbûna me, zêdetir em giringî bidin qada werzîşa zarokan. Da ku xwesteka werzîşê li gel wan çêbibe.”

Di dawiyê de 10 xwendevanên keç yên ku pileye yekemîn bi dest xistin bi merasîmekê hatin xelatkirin.