‘Em tenê werzîşê nakin li dijî netewperestiyê jî têdikoşin’

Li herêma Kurdistanê li bajarokê Şarezûr ê girêdayî bajarê Silêmaniyê du sal in kulûba werzîşê ya jinên ciwan ku ji aliyê Îman Berzan ve tê birêveberin hatiye vekirin. Jin ne tenê di warê werzîşê de xwe bi pêş dixin li dijî zayendperestî jî têdikoşin.

ASÛDE MIHEMED

Şarezûr- Li herêma Kurdistanê li bajarokê Şarezûr ê bajarê Silêmaniyê jinên ciwan berê xwe dane werzîşê. Li herêmê du sal in kulûba werzîşê ya ku xebat dide meşandin, ji bo kêrhatiyên jinên ciwan di qada werzîşê de bi pêş bikeve rolek girîng dilîze. Rêvebera Kulûba Werzîşa jinên ciwan, Îman Berzan diyar kir ku li dijî netewperestiya civakê têkoşînê didin meşandin û divê piştgiriya jinên ciwan di qada werzîşê de zêdetir were kirin.

Li herêma Kurdistanê jinên ku li dijî netewperestiya civakê têdikoşin, ji siyastê heta aboriyê, ji hunerê heta werzîşê û gelek qadên ku ji mêran re hatine vekirin têdikoşin. Li gelek welatan ku hê jî fotbul ji bo jinan qedexe ye, jinên ciwan ên Şarezûrê ji bo wan ne tenê qadek ya werzîşê ye, li dijî rolên ku ji aliyê civakê ve ji bo wan hatine diyarkirin jî têdikoşin.

Îman Berzan ku damezrînera kulûba werzîşê ye, koleja perwerdeyê beşa werzîşê ya li Helebçeyê temam kiriye. Wê li dijî netewperestiyê şer daye destpêkirin, diyar kir ku divê  jeleqeya jinan ji kîjan qadê re hebe were piştgirîkirin.

‘Min xeyalên xwe pêk anîn’

Mamaostaya werzîşê Îman Berzan da zanîn ku kulûba werzîşê ya yekem a jinên ciwan li herêma Şarezûrê ye, xwendekarên temenê wan di navbera 6 heta 20 salî de hene û wiha got: “Ji bo em xeyalên jinan ciwan pêk bînin, min dest bi vê yekê kir. Ji bo xeyalên xwe pêk bînim tişta ku ji destên min tê ez ji wan re dikim.”

‘Min xwest ji sînorê vê hişmendiyê derbas bibin’

Îman destnîşan kir ku divê hîn zêdetir piştgirî were dayîn û wiha domand: “Ji bo ez xeyalên her yekê ji wan pêk bînim, min yek bi yek hevdîtin bi malbatên wan re kir. Min destpêkê malbatên zarokan îqna kir, piştî wê jî mine teşwîq kirin. Serkeftinên wan wê ne tenê di qada werzîşê de be. Her wiha di aliyê derûnî de ji bo jinan baş e. Ez dixwazin jin vê hişmendiyê derbas bikin û bawer bikin ku wê di gelek qadan de bi serkeftin bibin. Ez ê her dem piştgiriya jinên ciwan bikim.”

‘Futbol ne tenê karê mêran e’

Îman Berzan bi bîr xist ku ew hişmendiya futbolê ne tenê ji bo mêran e di nava jinan û di nava civakê de hewil dide bişkîne û wiha domand: “Futbol ne tenê kare mêran e. Destpêkê ji bo ez vê hişmendiyê derbas bikim têkoşiyam. Ez dixwazim hemû jin xwe di qada werzîşê de bi pêş bixin. Niha zêdetir baweriya wan bi wan tê, ez di wê fikrê de me ku di aliyê beden û derûnî de zêdetir bi tedirust in.”

Îman bal kişand ser girîngiya ji bo pîşeyek bi tendirust, têkoşîna li hemberî netewperestiyê û da zanîn ku wê piştgiriya jinên ciwan di qadên ku jê hez dikin de bike.