Zîlan Vejîn: Xweparastin pêdiviya sereke ya jinan e

Hevseroka berê PJAK’ê Zîlan Vejîn li ser 4’emîn Kongreya KJAR’ê ya di 7-9’ê Gulanê de hat li dar xistin axivî. Zîlan Vejîn bal kişand polîtîkayên binçavkirin, girtin û sêdarê ya rejîma Îranê û got: “Xweparastin pêdiviya sereke ya jinan e.”

SEMA ZÎLAN

Navenda Nûçeyan – Çaremîn Kongreya Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) di 7’ê Gulana îsa ango 2024’an de dest pê kir û sê rojan dewam kir. Kongre bi beşdariya bi dehan gerîlayên KJAR’ê û jinen ji Rojhilate kurdistane û Îran’e re gelek niqaşen berfireh, coş, kelecan û dewlemend hatin meşandin. Hevseroka berê ya Partiya Jiyana Azad A Rojhilate Kurdistan (PJAK) Zilan Vejin girîngiya kongreya 4’emîn a Komalgeha Jinen Azad a Rojhilate Kurdistanê (KJAR) ji ajansa  me re nirxand.

‘Bi xeyal û keda wan ya ji bo azadiyê şer bikin’

Zilan Vejin di dest bi axaftina xwe kir: “Ev kongreya me di serî de li mîmare felsefeya “Jin Jiyan Azadî” li Rêber APO, her wiha hemû gele me ye tekoşer bi taybet hemû jinen tekoşer ên Kurdistane û Îrane piroz dikim. Di şexse Zeynep Celaliyan, Ciwana Sine’de li hemû tekoşer û berxwedanvanen zindanan pîroz dikim. Her wiha di kesayeta fermandar şehîd Aryen Arî, şehîd Jiyan Rûken, şehîd Şîlan Bane û hemû şehîdên van salên dawide di tekoşîna azadiyê de canê xwe ji dest dane û hemû şehîden şoreşa “Jin Jiyan Azadi”bibîr tînîm. Bi xeyalên wan, keda wan ya ji bo azadiyê re emê şer bikin û li ser xeta wan şoreşa “Jin Jiyan Azadi” bigihijînin serkeftinê.”

‘Kongre di şert û mercen herî hesas de hat li dar xistin’

Zilan Vejin a got “Me kongre di şert û mercen herî hestiyar de ku hem heremame ya Kurdistanê, hem Rojhilata Navin û hem jî cîhan di nav şerekî dijwar de ye û pexirtengî û aloziyek kûr tên jiyîn de hat li darxistin” axaftina xwe wiha domand: “Heman demê de jin li hember pergala ku heye şer dike, tekoşîn dike. Yek sal û niv li ser şoreşa ku gerdûnî bû ya “Jin Jiyan Azadî” bihurî. Bi taybet wek Rojhilatê Kurdistanê û Îranê her kesê ku di vê şoreşê de cih girtiye bi hemu ked û kelecana xwe ve reng dan û hev girtina jinên Îran û Rojhilatê Kurdistanê di kongreyê de hat destgirtin û hat nirxandin. Li ser kemaniye ku di warê xwe bi rexistin kirine de di şoreşê de derketin peş, yek bi yek li ser wan niqaş hatin meşandin. Rexnedayin hatin dayin. Bi van rexnedayinan re ji bo ku KJAR li bendewariyên jinan û gelan xwedî derkeve, helweste mezin da. Lê belê ger mirov bi awayekî gişti binirxine di van salên dawiyê de KJAR bi xebatên ku dan meşandin deskeftiyên mezin qezenc kir.”

Jin, xwe parastin û perwerde

Di dewama axaftina xwe de Zîlan Vejin balkişand ser giringiya xwe perwerdekirin û rexistinkirinê û wiha domand: “Ji bo jinan xwe perwerdekirin û rexistinkirin mijareke heyatî ye. Ji ber ve yekê em ê wek rexistina azadiya jin hewl bidin ku di hemû waran de tevahiya jinên Rojhilate Kurdistanê û Îranê bi rêxistin û perwerde bikin. Bê guman yek girtin û rêxistinkirina jinan encex bi fikir û felsefeya Rêber Apo wê tacîdar bibe. Em ê bi vê biryardariya ku wê yek jin bê perwerde û bê rêxistin nemîne, xebatên xwe bidin meşandin. Pêwîst e di hemû waran de û bi taybetî di warê xwe parastinê de hê zêdetir xwe pêş bixin.

Li Îranê polîtîkayên binçavkirin, girtin û sêdareyê

Ji ber ku di nav vê pêvajoya dijwar a heyî de, xweparastina lazimiya jinê a sereke ye. Jin tên qetilkirin, îdam û îşkencekirin. Di her warî de rastî tacîz û tecawizê derûnî û fîzîkî tên. Ji ber vê yekê jî xwe rêxistinkirin, xwe perwerdekirin û xweparastina jinan şert e. Ji bo ku jin negihîjin vê armanca xwe, rejîma Îranê politîkayên xwe ên girtin, binçavkirin û sêdareyê di asteke bilind de ji bo tirsandin û tune kirina jinan xiste meriyetê. Lê bê guman jin ji ber van politîkayan gav paşve navêtin û ne tirsiyan. Ji bo ku ev hellwesta jinan xwe dem berdewam bike û li ser piyan bimîne, pêwîst e ku xwe perwerde û rêxistin bike. Ev yek bê guman ne tenê ji bo jinên Kurd, ji bo tevahiya jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê derbasdar e.”

‘Bersiva xurt a li dijî tecrîdê xwe di felsefeya Rêber Apo de kurkirin e’

Zîlan Vejînda diyar kirin ku ne tenê jinên Kurd, tevahiya jinên cîhanê li hemberî azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berpirsyar in: “Li hemberî qirkirina ku li Îmraliyê pêk tê, bersiva herî xurt berbelavkirina fikir û felsefeya Rêber Apo û xwe tê de kûr kirin e. Bê guman yê ku pêşengtî ji vê yekê re jî dike û pêwîste ku hê zêdetir jî bike jin e. Bi vê kongreya me de jî ev mijar weke mijareke sereke li ser hate seknandin û ev xwe jî derketin, di asta biryar de hate girtin. Ji bo ku em bikaribin vê yekê pêk bînin, weke ku me di ser de jî gotin, pêwîste ku em wek tevahiya jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê xwe li derdora vî fikir û felsefeyê kom bikin û di bin sîwana KJAR’ê de rêxistinkirina xwe ya yekgirtî ava kirin. Ji ber ku em jin in, pêwîste em bi nasnameya xwe tekoşîn bikin. Em ji kîjan netew, ol û baweriyê dibin bila bibin, lê nasnameya me ya sereke jinbûyîna me ye.”

Di dawiya nirxandin û axaftina xwe de Zîlan Vejîn careke din ev 4’emîn Kongreya KJAR’ê li tevahiya jin û gelan pîroz kir û hêviya xwe a bi yekgirtin, rêxistinbûn, xwe perwerde kirin û xwe parastina tevahiya jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi lêv kir û got: “Em ê bi vî awayî bi ser bixin.”