Zeyneb Saroxan li Hesekê hate bibîranîn

Bi dehan şêniyên bajarê Hesekê û Meclisa Malbatên Şehîdan hevseroka berê ya Nivîsgeha Edaletê û Çaksaziyê ya Rêveberiya Xweser a kantona Cizîrê li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiye bi bîr anîn.

Hesekê – Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê ji bo bîranîna hevseroka berê ya Nivîsgeha Edalet û Çaksaziyê ya Rêveberiya Xweser a kantona Cizîrê Zeyneb Saroxan merasîmek li dar xist. Zeyneb Saroxan di êrişa balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk de 27’ê Îlona 2022`yan hate qetilkirin. 

Meclisê merasîma bîranînê li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiye yê bajarê Hesekê li dar xist.

Endama Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Zehra Semo axivî û sersaxî da malbata şehîd Zeyneb û got: "Dewleta Tirk her tim pêşengên civakê dike hedef. Şehîd Zeyneb ji wan kesan bû ku di oxira şoreşê de têkoşiya. Jinan li herêmên rizgarkirinî bi rêxistin kir û giyanê jina azad belav kir."

Xwişka Zeyneb Leyla Saroxan axivî û got: "Kombûna me li vir, ji dijmin re peyam e ku em şehîdên xwe ji bîr nakin ji ber ku welatê me bi xwîna wan geş dibe."

Leyla Saroxan wiha domand: "Zeyneb li ser hezkirina welat mezin bû. Bi vê giyanê berpirs, heta şehadetê tê koşiya."