Xizmên girtiyan: Înkar û tune hesibandin encam nade

Malbatên girtiyan banga piştgiriyê ji bo çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî polîtîkayên tecrîdê li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê kirin û gotin: "Em heta dawî li pişt zarokên xwe ne."

MEDİNE MAMEDOĞLU

Amed- Çalakiyên ku ji Mijdara par ve li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê ji aliyê girtiyan ve bi daxwaza "Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirskirêka Kurd re çareseriya siyasî” tên lidarxistin, dewam dikin. Girtiyên piştî çalakiya greva birçîbûnê ya 3 mehan berdevam kir, heta 4'ê Nîsanê nehevdîtina biryara telefonê û malbatê girtin. Her wiha ji aliyê xizmên girtiyan ve çalakiya bi dirûşma "Deng bi de azadiyê” hatiye destpêkirin berdewam dike.

Girtiyên ku di nameyên ji girtîgehan şandin de diyar kirin ku divê pêvajo di nav bêdengiyê de neyê hiştin û bertek nîşanî vê yekê dan ku piştgirî tenê bi rêya xizmên girtiyan didome. Girtiyan li ser vê yekê bang li raya giştî kirin ku piştgirî û daxwazên xwe bînin ziman û diyar kirin ku heta tecrîd neyê şikandin ew ê ji çalakiyên xwe paş de gav navêjin. Dayikên ku di çarçoveya çalakiya "Deng bide azadiyê” li ber girtîgehê kom bûn, bertek nîşanî bêdengiya raya giştî dan û diyar kirin ku divê di vê pêvajoyê de xebateke mayînde û bi bandor bê kirin.

'Aştî û aramî bi diyalogê pêk tê

Ji xizmên girtiyan Sebahat Irmak diyar kir ku divê tecrîda li girtîgehan û Girtîgeha Îmraliyê bi dawî bibe û her kes piştgiriyê bide wan û wiha berdevam kir: “Em ji bilî aştiyeke bi rûmet tiştekî din naxwazin. Ji bo êdî dilê dayikan neêşe em li vir in. Girtî vê çalakiyê ji bo me hemûyan dikin. Xizanî, îşkence û zilm her tim li zarokên me tê kirin. Ji bo ku ev zarok nebêjin 'Ez Kurd im' destûr didin her cûre hijbir were firotin. Ev zilm bes e, dengê me dê ji ku derkeve? Heta ev tecrîd neyê rakirin û azadî pêk neyê wê ev bidome. Ne tenê li Tirkiye û Kurdistanê, li hemû cîhanê jî dê ne aştî û ne jî aştî pêk were. Girtî niha bi hemû hêza xwe li benda dengekî ji derve ne. Dibêjin em bang li malbatên xwe nakin ku tecrîdê fêm bikin. Bila êdî gel fêm bike ka çi bûye. Divê her kes destê xwe deyne ser wijdanê xwe û bêje dev ji vê zilmê berde. Em êdî qebûl nakin. Ji bo vê jî çi ji destê me bê em ê bikin. Êdî ne bêdeng man û ne jî temaşe kirin nîne. Divê kes vê neke. Eger em îro dengê xwe nekin, ew ê sibê tiştên pir xerabtir bikin."

'Bi înkar û tune hesibandinê nikarin encamê bi dest bixin'

Ferah Akbulut jî diyar kir ku tecrîd ji îşkenceyê ne cuda ye û bang li hemû raya giştî kir ku li dijî tecrîdê bi girtiyan re rawestin û got: “Em ji bo piştgiriyê bidin girtiyan hatin vir. Li girtîgehan binpêkirinên giran hene û li ser wan tecrîd tê meşandin. Heqaret û bêedaletî pir tê kirin, em li vir in ku dev jê berdin. Ev tecrîd ne tenê li ser gelê Kurd, li ser hemû beşên civakê yên aştî û demokrasiyê dixwazin tê kirin. Îro weke gel pêwîste em xwedî li girtîgehan derkevin. Bi salan e li ser Birêz Abdullah Ocalan tecrîd tê meşandin. Destûr nayê dayîn ku ne bi malbat û ne jî bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Ev ji bilî îşkenceyê ne tiştekî din e. Îro her kesê ku biaxive yekser dixin girtîgehê. Ji vî şerî re êdî bes e, muxatabê vî îro Îmraliye. Divê bi wan re hevdîtin bê kirin, bi înkar û tune hesibandinê  nikarin ti encamê bi dest bixin. Bi salan e em vê yekê dibêjin. Em ê ji niha û pê ve jî vê gotina xwe bidomînin. Heta ev çalakî bi dawî bibe em li vir in. Eger em tenê yek kes mabin jî em ê li pişt girtiyan bisekinin.”

'Em nizanin li girtîgehê çi diqewime'

Behiye Sevîm anî ziman ku tecrîda li girtîgehê mirinê bi guman û îşkenceyan hê girantir bûye. Behiye Sevîm diyar kir ku divê di zûtirîn demê de ev mirin bên rawestandin û diyar kir ku divê hemû girtiyên siyasî di zûtirîn dem de bên berdan. Behiye Sevîm di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Em dayik in û em dibêjin bila êdî dayik negirîn. Lê di vê pêvajoyê de tu kes daxwaza me ya aştiyê nabihîse. Em kurd in û heta dawî dê wiha be. Divê îşkenceyê li me nekin, Xwedê em wisa afirandine, paşê herin ji afirandêr bipirsin. Di girtîgehê de girtî tên qetilkirin, lê dibêjin întîxar. Niha li girtîgehê çi diqewime em nizanin. Ez bang li hemû dayikan dikim, bila destê xwe bidin hev û vê qetlîamê bidin sekinandin. Li ber zarokan bavên wan dikujin, ev ne mirovatî ye. Ez wan emanetî Xwedê dikim. Em ê heta nefesa xwe ya dawî li pişt zarokên xwe bin. Em ê heta kêliya dawî li kolanan bin û ji bo wan li ber xwe bidin, bila gumana tu kesî ji vê nîn be."