Xeza 237 roj in di bin êrîşan de ye

Di 24 saetên dawî de hejmara kesên ku ji 7ê Cotmeha 2023’an vir ve di êrîşên bênavber ên artêşa Îsraîlê yên li ser Zivala Xezayê de jiyana xwe ji dest dan 53 zêde bû û bi giştî hejmar derket 36 hezar û 224’an.

Navenda Nûçeyan- Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê daneyên dawî yên derbarê encamên êrişên li ser Zivala Xezayê eşkere kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku artêşa Îsraîlê di 24 saetên dawîn de li herêmên curbecur ên Xezayê 5 "komkujî" pêk anîn û di van êrîşan de 53 Filistînîyên din jiyana xwe ji dest dan û 357 Filistînî jî birîndar bûn. Hat destnîşankirin ku ji 7ê Cotmeha 2023’an vir ve ku êrîşan dest pê kirine heta niha li Xezayê hejmara miriyan derket 36 hezar û 224’an û hejmara birîndaran jî derket 81 hezar û 777’an.

Her wiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hîna cenaze di bin xirbeyan û li kêleka rê de mane, lê ji ber astengkirina hêzên Îsraîlê nikarin xwe bigihînin wan.