Xelata Taybet a Juriyê dan rojnamegerên girtî

Di 26’emîn Xelatên Rojnamegeriyê yên Metîn Goktepe de Tîmûr Soykan bi nûçeya xwe ya “Dinyaya tarî zarokan daqurtand”, Xelata Nûçeyên Nivîskî girt. Xelata Taybet a Juriyê jî dan nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê û JINNEWS’ê.

Stenbol- Xelatgirên pêşbirka 26’emîn Xelatên Rojnamegeriyê yên Metîn Goktepe diyar bûn. Di beşa Xelata Nûçeyên Nivîskî de nûçegihanê BîrGunê Tîmûr Soykan bi nûçeya xwe ya “Dinyaya tarî zarokan daqurtand”, di Beşa Nûçeyên bi dîmen de nûçegihanê Arti TV’yê Mehmet Zekî Kaya bi nûçeya “Ji Ferhat Encu re şimaq, ji rojnamegeran re astengkirin”, di Beşa Nûçeyên Bi dîmen de nûçegihan Tunca Ogreten û kameraman Mûrat Baykara û Omer Çakan hêjayî Xelata Taybet a Juriyê, di Beşa Wêneyan de ji BîrGunê Ugur Şahîn bi wêneyê “Em jî mirin lê nehatin veşartin” û di Beşa Xelatên Rojnamegeriya Herêmî de ji Rojnameya Dêrsimê Mûrat Gureş bi nûçeya “Kesên dengê her kesê dibihîsin hene lê yê wan tune ne: Evdal di erdhejê de jî rastî cihêkariyê tên” hêjayî xelatê hat dîtin.

Ji rojnamevanên girtî re Xelata Taybet a Juriyê

Juriyê îsal biryar da ku du Xelatên Taybet ên Juriyê bide. Di vê çarçoveyê de xelatek da nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) û JINNEWS’ê yên girtî ya din jî ji bo bîranîna rojnamegerên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane da Nûçegihanê Rojnameya Sesê ya Hatayê Akin Bodur.

Dê xelat, di 10’ê nîsana 2023’yan de di roja rojbûna Metîn Goktepe de bi merasimek bên dayîn.