Wezareta Perwerde ya Tirk ‘Modela Maarif a Sedsaliya Tirkiye’ erê kir

Wezîrê parwerdeya Milî ya Tirk Yusuf Tekîn li dijî bertekên gelek beşan ‘Modela Maarif a Sedsaliya Tirkiye’ erê kir.

Navenda Nûçeyan – Modela Maarif a Sedsaliya Tirkiye ya aydî hemû beşên asta neçar a perwerdeyê, ji aliyê Wezareta Perwerdeyê ve hat erêkirin. Li gorî mufredata ku ji aliyê gelek beşan ve rastî bertekan hat, ji pola 4’an û şûnve wê dersa olî were dayîn.

Mufredata ku hat erêkirin ji bo polên 5,6,7 û 8 ji derveyî waneya ‘Çanda ol û zanyariya exlaq’ ‘Waneyên jiyana Pêxemberê me’ û ‘Waneya Quran-î Kerîm’ cih digre.

Îsal her wane bi giştî 72 saet hatiye diyarkirin, di perwerdeya navîn de wê bi giştî xwendekar 216 saet perwerdeya olî bibînin.

Xwendekarên amadeyî wê li pola 9’an waneya ‘waneya zanyariya bingehîn a olî’ bibînin. Xwendekarên di pola 9’an de 252 saet, di pola 10,11 û 12 de 216 saet wê waneya olî bibînin.