‘Weke jinên Kurd em deyndarî Rêber Apo ne’

Sureya Cuma ya dil daye têkoşîn û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wiha got, “Em ê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têbikoşin û komployê vala derbixin.”

EBÎR MUHEMED

Qamişlo- Sureya Cuma ya ji bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye nêzî 40 sal e fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Têkoşîna Azadiya Kurd dinase.

Sureya Cuma ji roja ku dil dayen fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Têkoşîna Azadiya Kurd heya îro weke welatparêzekê Kurd beşdarî xebat û çalakiyan dibe.

Sureya Cuma ya ku di hemu çalakiyên li dijî recrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin de cihê xwe digre, destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo jinan penaseya hebûn û xwegihandina nasname û jiyana azad e, bang li hemu jinan kir ku li dijî tecrîdê têbikoşin.

 ‘Hêz da jinan’

Sureya Cuma got ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxên herî pîroz da jinan û wiha axivî: “Jinan xwe nasnedikir, bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo xwe nas kirin û pêş ketin. Gelek şoreşê kurdan wekî ya Şêx Riza, Şêx Seîd û gelek şoreşên din rabûn lê mafê jinan di wan de heq nebû û dewam jî nekirin. Doza ku Serok Apo da destpêkirin, tê de mafê jinan esas û bingeh girt. Dema ku jinan ev fikir baş naskirin, êdî keda wi hat pîrozkirin û di tevahî qadên jiyanê de bû pêşeng. Eger ne ji felsefeya Rêbertî ba, dê jinan nikarîba bigihêjin vê astê. Jina kurd, ereb û suryan bûye xwedî bawerî û hêz.”

 Qada jiyana azad ava kir’

Sureya Cuma destnîşan kir ku li dijî koletiyê bi tund şer kirin ji bo biserxistina felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha pê de çû: “Koletiya ku li ser jinan hatibû ferzkirin, qebûl nekir û bi her awayî şerê wê kir. bi saya Rêbertî me bi tundî li dijî koletiyê şer kir mil bi mil heta ku em gîhan vê astê. Jinan nikarîbûn nêrîna xwe bînin ser ziman ango biryarekê ji bo kesayeta xwe bide, bêguman fikra Serok Apo ya pîroz ev nêrîn û sîstema hişk ji holê rakir. Jina kurd dikare di her milê jiyana xwe de xwe pêş bixe û welatan bi rê ve bibe. Koletiya di rêya mezheb û ol de pir derket pêş, Rêber Apo ev yek jî hilweşand ku îro hemû pêkhate bi hev re jiyaneke azad jiyan dikin.”

‘Tirkiyê peyamên Rêbertî didize û ji fikrê wî Istîfade dike’

Sureya Cuma di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ku fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li tevahî cîhanê belav bûye û wiha got: “Dema ku fikrek azad ku maf û piştgirî ji her mirovekî re pêşkêş bike, helbet wê bandora xwe bike, lewma welatên cîhanê jî bi vê felsefeyê bandor bûn û gelek sûd jê wergirt. Em dibînin çawa jinên ji welatên Ewropayê berê xwe didin Rojavayê Kurdistanê ji bo sîstema me nas bikin û fêr bibin. Dewleta Tirk tevî ku dijmin e jî, dîsa peyamên Rêbertî didize û ji fikrên di wan de sûde werdigire, gereke em vê ji bîr nekin.”

‘Em deyndarî Rêber Apo ne’

Sureya Cuma diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikarîbû bi felsefeya xwe bikeve dil û mêjiyê her azadîxwazek û wan li dora xwe kom bike, her wiha da zanîn ku ewê hertim deyindarên wî bin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Her çiqas em bêjin ku em kar û xebat didin meşandin ji bo azadiya Serok Apo, dîsa jî em deyndar in, ji ber ku çiqas em bidin jî em ê nikarîbin deynê xwe wefa bikin. Bi taybet ji bo me wekî dayikên bi temenê xwe mezin, pêwîste em xwe bikin xelekek j agir li dora serokê xwe ji ber ku ev 44 sal in ku em vê fikrê nas dikin û di dilê xwe de dihewînin. Li hemû welatên cîhanê, serkêş û serokên wan dîl tên girtin ango tên wendakirin û heta gelek ji wan ji hêla civakê ve tên jibîrkirin. Belê ji bo Rêber Apo ev yek ne derbasdar e, çima?; ji ber ku xwe kir dil û mêjiyê her mirovekî azadîxwaz de. Serok Apo bi felsefeya xwe ya demokrat û wekhev, hemû netew û pêkhate li dora xwe kom kir.”

‘Em ê komployê vala derbixin ’

Her dawî jî Sureya Cuma destnîşan kir ku dê gel li keda Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya ku di ber wan de daye xwedî derkevin, ji bo doza azadîkirina wî ya fîzîkî tekoşîn bikin û wiha bi dawî kir: “Em tucar Serokê xwe ji bîr nakin, em ê ji bo gihandina felsefeya wî ya azad û demokrat ji cîhanê re, ked bidin. Her wiha ji bo doza azadîkirina fîzîkiya Serok Apo em ê tekoşîn bikin. Rojane em li kolanan in û ji bo azadiya Serokê xwe bang dikin. Dê komploya bêbext a ku li ser Rêberê me hat meşandin, dê dewam neke, em ê vê komployê hilweşînin.”