Tifaqa Gelan û Jinan ji bo Azadiyê li Şehbayê dest bi propagandaya hilbijartinê kir

Tifaqa Gelan û Jinan ji bo Azadiyê bi armanca danasîna hilbijartinên şaredariyên gel li Şehbayê bi gel re civiya.

Şehba- Tifaqa Gelan û Jinan ji bo Azadiyê bi armanca danasîna hilbijartinên şaredariyên gel ên ku di 11'ê Hezîranê de li seranserê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk bên, li kantona Şehbayê dest bi hemleya propgandaya wê kir. Di hemleyê de endamên sazî, meclis û komînan amade bûn.

Hemleya propgandaya hilbijartinên şaredariyan îro dest pê kir û wê li tevahî gund û navçeyên kantona Şehbayê bidome. Di vê hemleyê de serdanên malbatan tên kirin û bendên hilbijartinan her wiha girîngiya wê weke broşur tên belavkirin. Di serdenan de girîngiya hilbijarinê hate kirin  û her wiha ji xelkê Şehbayê hat xwestin ku ji bo îradeya xwe nîşan bidin roja hilbijartinê biçin ser sindoqan û dengê xwe bikar binîin.