Têkildarî têkoşîna li dijî tundiyê li Koye penalek hate li darxistin
Di çarçoveya pêngava têkoşîna li dijî tundiya ser jinê de, Navenda Mala Gewre ya ser bi Dîwana Navenda Lêkolîn û Pêşketinê ya Zanîngeha Koyê panela zanistî bi sernavê ‘Jin di rêya azadî û hişyariyê de’ lidarxist.
Navenda Nûçeyan – Navenda Mala Gewre ya ser bi Dîwana Navenda Lêkolîn û Pêşketinê ya Zanîngeha Koyê, di çarçoveya pêngava têkoşîna li dijî tundiya ser jinê de panelek zanistî bi navê ‘Jin di rêya azadî û hişyariyê de’ lidarxist.
Panel li salona Serokatiya Zanîngeha Koye destpê kir û tê de 6 lêkolîner û çalakvanên jin beşdar bûn û her yek ji wan behsa hişyariya jinan û rû bi rûbûna li dijî tundiya li ser wan kirin.
Di berdewamiya panele de Zagona Rewşa Kesane ya di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê de, li gel wê pêkneanîna beşek ji zagonên ji bo parastina jinan hatin guftugokirin.
Her wiha di panele de hemû mafên jinan bi wan hate nasandin ku divê jin bi tevahî li mafên xwe xwedî derbikevin, da ku zayenda beramber nikaribe tundiyê li ser wan bike.