Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ di roja 115’emîn de ye
Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya piştî qetilkirina Jîna Emînî li seranserê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dest pê kir, rûxmê binçavkirin, girtin û biryarên darvekirinê yên Hikûmeta Komara Îslamî ya Îranê jî, di roja 115’emîn de didome.

Navenda Nûçeyan – Serhildana şoreşgerî ya gelên Îranê ku piştî qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî ya 22 salî li Rojhilatê Kurdistanê dest pê kir, di roja xwe ya 115’emîn de didome. Hikûmeta Komara Îslamî ya Îranê çalakvanên jin ên pêşengiya serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” dikin, bi sûcdariyên bêbingeh binçav dike, digre û mehkûmê cezayên girtîgeh û pereyan dike û her wiha derbarê xwepêşandanan de biryarên darvekirinê digre û pêktîne.
Li ber Girtîgeha Rajaî Shahr li dijî darvekirinan çalakî
Piştî girtina hûcreyê ya Mohammad Ghobadlou û Mohammad Boroughani, welatî û malbatên wan li ber deriyê Girtîgeha Rajai Shahr kom bûn. Welatiyên ji Varamîn, Karaj, Tahran, Pakdaştê li ber Girtîgeha Rajaî Shahr kom bûn, dirûşmeyên “Ev serhildan peyama dawî ya darvekirinê ye” berz kirin û daxwaza rakirina darvekirinê kirin.
Hêzên ewlehiyê gule li xwepêşanderan reşandin û înternet bi temamî qut bû û gelek kes hatin girtin. ji aliyek din ji du ciwanên ku hatibûn girtin tu agahî nehatiye girtin nayê zanîn ku biryara darvekirinê hatiye dayîn an na.
5 sal cezayê girtîgehê li Rehana Sedat Saeedî birîn
Yek ji bijîşkan Rehane Sedat Seîdî ku di xwepêşandanên seranserê welat de hat girtin, ji aliyê Dadgeha Şoreşa Îslamî ve 5 sal cezayê qedexeya derketina derveyî welat jî di nav de mehkûmê cezayên din hat kirin.
Her wiha derketina dervayî welat lê hat qedexekirin.
Bahayî Xezal û Rehane Pakzad hatin girtin
Du xuşkên Bahayî yên bi navên sêwirînara cilûbergan Xezal Pakzad û rahênera melevaniya jinan Rehane Pakzad ku li bajarê Zahedanê dijîn, ji aliyê hêzên îstixbarata IRGC’ê ve hatin girtin û ji cihekî nayê zanîn re hatin birin. Der barê sedema girtin û sûcdariyên van du hemşîreyên Bahayî yên li bajarê Zahidanê dijîn de, tu agahî nîne.
Ev du hevwelatiyên Bahayî çawa hatin girtin, rûpelên Instagramê yên van her du hemwelatiyan bi temamî hatin jêbirin û li ser rûpelên bikarhênerên ev peyam hat nivîsandin: “Bi sedema nepêkanîna yasayên Komara Îslamî û ev her du rûpelên parvekirina navêrokên sûc dikin hat desteser kirin û derbarê rêvebirên wan de lêpirsîn hat destpêkirin.”
Çalakvana civaka sivîl Zohreh Rahmanî hat girtin
Çalakvana civaka sivîl ya ji bajarê Banehê Zohreh Rahmanî, piştî êrişa hêzên ewlehiyê di heyama pêleke mezin a girtinê de hat girtin û wê birin cihekî nediyar.
Li gorî agahiyan, Zohreh Rahmanî ya 36 salî zewicandî ye û dayika du zarokan e. Der barê sedema girtina jina çalakvan û çarenûsa wê de tu agahî nayê bidestxistin.
Maleeha Habîbî û hevjînê wê bi kefaletê hatin berdan
Li gor nûçeya ji aliyê çavkaniyên zanyarî ve hatiye belavkirin, Maleeha Habîbî û hevjînê wê Masoûd Behboodî yên di 7’ê Çileyê de hatibûn girtin, bi kefaleta giran hatin berdan. Li gorî agahiyan, yek ji tîmên dermankirinê yên nexweşxaneya Masîh Deneşvarî Maleeha Habîbî piştî dayîna 500 milyon tûmen kefaletê hatiye berdan. Hevjinê wê jî bi kefaleta 200 milyon tûmenî hatiye berdan.