Sê jinên têkoşer dê li Silêmaniyê werin bibîranîn
Di 10’emîn salvegera komkujiya Parîsê de, li Silêmaniyê bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ dê çalakiyên cûr be cûr werin lidarxsitin û xelata Sakîne Cansiz were dayîn.

Navenda Nûçeyan- Dewleta Tirk di 9`ê Çileya 2013`an de li paytexta Fransa Parîsê, sê pêşengên têkoşîna azadiya jinên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şeylemaz qetil kirin. Piştî 10 salên li ser vê komkujiyê, dewleta Tirk di 23`ê Kanûna 2022`an de komkujiyek din li Parîsê pêk anî. Bi rasthatina salvegera komkujiya yekemîn û pêkhatina komkujiya duyemîn a Parîsê, li seranserê Kurdistanê û derveyî welat çalakiyên cur be cur tên lidarxistin. Di 10’emîn salvegera komkojiya Parîsê de, li bajarê Silêmaniyê bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ çalakiyên cûr be cûr dê werin lidarxistin.
Di pirtûk werin belavkirin
Di salvegera bîranîna komkujiya Parîsê de dê pêşangeheke wêneyan were vekirin. Li gel wê jî wê pirtûka jina têkoşer Sakîne Cansiz ya bi navê “Jiyana min hemû şer bû”, belovokên “Jin Jiyan Azadî” û pirtûka “Sedsala 21’ê, sedsala jinan ye” werin belavkirin.
Dê sînevîzyonek der barê jiyana Sakîne Cansiz de were nîşandan û di merasîmê de ku her sal xelata Sakîne Cansiz tê dayîn wê îsal xelatê bidin jinên çalakvanên Kurd ku îsal têkoşîna jinan ber bi pêşve birine. Xelat wê ji aliyê rêxistina jinên Azadiya Kurdistanê RJAK’ê ve were dayîn.
Bi heman awayî li seranserê bajar û bajarokên herêma Kurdistanê semîner û çalakî dê werin lidarxistin.
Merasîma bîranîan sê jinên têkoşer û pêşeng ku li Parîsa paytexta Fransayê hatibûn qetilkirin, li bajarê Silêmaniyê roja dûşemê 9’ê Çileyê dê were lidarxistin.
Cih: Silêmanî- Salona Ekopark a li hemberî parêzgeha Silêmaniyê.
Demjimêr: 13:00 piştî nîvroyê.