Sê jinên şoreşger li Kobanê hatin bibîr anîn

Li Kobanê bi boneya 10'emîn salvegera Komkujiya Parîsê, Kongra Star a herêma Firatê li Navenda Çand û Hunera Baqî Xido civîn li dar xist.

Kobanê - Di 9'ê Çileya 2013’an de sê têkoşerên Kurd ên azadîxwaz Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan li paytexta Fransa Parîsê bi destê tetîkeşên dewleta Tirk hatin qetilkirin. Bi boneya 10’emîn salvegera Komkujiya Parîsê, Kongra Star a herêma Firatê li navenda Çand û Hunera Baqî Xido her sê jinên şoreşger bi civînekê bi bîr anî.

Bi sedan kes, sazî û dazgehên rêveberiya xweser, civaka sivîl, partiyên siyasî  û komînên li taxan beşdarî civînê bûn. Li cihê civînê wêneyên her şaş şehîdên Parîsê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin daliqandin.

Piştî deqeyek rêzgirtina Macîde Hesûn axivî û sînevîzyon li ser jiyana her sê têkoşeran hat nîşandan.

‘Her Komkujiyek asta têkoşîna me bilindtir dikê’

Macîde Hesûn wiha got: "Armanca dewleta tirk ew e ku her dem jinên têkoşer, siyasetmedar û berxwedêran hedef bigre. Dewleta tirk komkujiya Parîsê pêk anî ji bo vîna jina Kurd bişkîne her ku komkujî pêk tê asta têkoşîna me jinan bilindtir dibe."

Civîn bi dirûşman bi dawî bû. Jinên ku beşdarî civînê bûn wiha nêrîn û helwestên xwe yê li dijî komkujiya Parîsê anîn ziman.

‘Em hêza xwe ji Têkoşîna Sakîna Cansiz digrin’

Hevseroka Desteya Jin a herêma Firatê Cîhan Derwîş 10'emîn salvegera Komkujiya Parîsê bi bîr anî û got: "Sîstemên dewletên desthilatdar ku her dem civakê di qirkirina re derbas dike di nav wan dewletan dewleta tirk a ku bi komkujiyan tên naskirin, bi taybetî komkujî li ser jinan tê kirin ji bo ku jina têkoşer û azadîxwez tune bike û her dem jinan bike kole. Sakîne Cansiz rastiya dewleta tirk û rastiya jinan baş dizanibû û têkoşîna xwe ji bo jinan û civaka xwe bihêztir bike didomand. Di sala 2013'an de li Parîsê hat qetililkirin bi destên dewleta tirk lê heya niha hikumeta Fransayê tu agahiyên zelal nedan. Her jina ku behsa mafên xwe dike her dem tên qetilkirin. Di 2022'an de dîroka dewleta tirk a qirêj xwe dubare kir û komkujî pêk anî."

‘Bêdengiya Faransa nîşan dide ku şirîkê komkujiyê ye’

Ji rêveberiya Hîlala Zêrîn Wehîda Mihemed jî wiha got: "Komkujiya li Parîsê xwe dubare kir. Dewleta Fransayê bêdeng e ev bêdengî nîşan dide ku destê wî jî di komkujiyê de heye. Gelê Kurd li her deverê tên qetilkirin ne tenê li Parîsê divê em wek gel bibin yek ji bo li pêş van komkujiyan bisekinin. Daxaza me ew e ku kesên mafên mirovan diparêzin xwedî li erka xwe derkevin û kesên ku bûn sedema şehîdxistina hevalên me werin cezakirin.