Rojnamevan Nûjiyan Erhan li Şengalê hat bibîr anîn

Rojnamevan Nûjiyan Erhan a bi gotina ‘Dengê Şengalê’ tê pênase kir, di 6'emîn salvegera qetilkirina xwe de li ser gora xwe hat bibîr anîn.

Navenda Nûçeyan- Rojnamevan Nûjiyan Erhan a ku 3’ê Adara 2017’an di navbera Sinûne-Xanesor de di encama êrişa ‘çeteyên Roj’ ên girêdayî PDK’ê de bi giranî birîndar bû, li nexweşxaneya hat dermankirin roja di 22’ê Adarê jiyana xwe ji dest da.

Li ser qetilkirina Nûjiyan Erhan 6 sal derbas bûn. Jinên Êzidî Nûjiyan Erhan a ku dengê jinên Êzidî li cîhanê da bihîstin, ji bîr nekir. Di bîranîna ku li ser gora wê ya li Çiyayê Şengalê hate lidarxistin de, daxuyaniya Ragihandina Jinên Êzidxanê ji aliyê rojnamevan Hêvî Ezda û Nûjîn Êzidî ve hate xwendin.

'Bû dengê Şengalê'

Di daxuyaniya de di şexsê Nûjiyan Erhan de hemû jinên rojnameger ên ku rastî nivîsandin hatin bibîr anîn de û wiha hat gotin: “Di sala 2014’an de dema ku çeteyên DAÎŞ’ê li ser Şengalê êrişên hovane pêk anîn, heval Nûjiyan bi wêrektiyek mezin berê xwe da Şengalê. Rastî û hovîtiya ku li Şengalê diqewimî, dixwest ji raya giştî re ragihine û bike malê dîrokê. Kêlî bi kêlî jiyana xwe li ser hîmê gera li heqîqetê û azadiyê ava kir. Her kêliya ku li Şêngalê di çeperên şer de bi kameraya xwe bû dengê Şengalê. Ji aliyekî ve xiyaneta ku li Şengalê dihat kirin vegot, ji aliyekî din ve jî berxwedana şervanên azadiyê û jinên Êzîdî vedigot.”

‘Em ê li pey heqîqetê bin’

Di daxuyaniya ku hat destnîşankirin ku Nûjiyan Erhan bi awayekî zanebûn ji aliyê hêzên PDK'ê ve hatiye hedefgirtin de, wiha hat gotin:

“Îro jî weke Ragihandina Jinên Êzîdî li Şengalê li ser mîrasa Şehîd Nûjiyan bi biryardariyek mezin em dimeşin. Em jî wek rêheval Nûjiyan rastiya jinên ragihînin raya giştî. Ji bo ku kamera û pênûsa heval Nûjiyan li erdê nemîne em ê di her kêliya jiyanê de li pey heqîqetê bin.”