RJAK’ê li dijî qetilkirina jina ciwan a 18 salî daxuyanî da

RJAK’ê derbarê sedema qetilkirina jina ciwan ji aliyê bavê xwe ve daxuyaniyek parvekir û wiha gotin; “Destdirêjiya li ser jina ciwan ya ji aliyê bavê wê ve, tê wateya destdirêjiya ser hemû civakê.”

Navenda Nûçeyan - Di 20’ê Gulanê de jinek ciwan ya 18 salî li navçeya Pênciwên ya ser bi Silêmaniyê ji aliyê bavê xwe ve hate qetilkirin. Rêkxistina Jinên Azadiya Kurdistan (RJAK) derbarê mijarê de daxuyaniyek nivîskî parvekir. RJAK’ê ragihand ku qetilkirina jinan bi ti awayî nayê qebûlkirin, divê helwestek lezgîn were nîşandan û sucdar werin cezakirin.

Daxuyaniya RJAK’ê wiha ye:

“Kuştina jina ya dibin navê namûsê de ji xwarin û vexwarina avê hêsantir bûye, ji ber ku kujer, tecawizkar nayên cezakirin û ji bo wan tê gotin pirsgirêka namus, civakî û malbatî ye. Yanî kuştinê rewa dikin.

Di 20’ê Gulanê de li navçeya Pênciwênê keçek 18 salî ji aliyê bavê xwe ve bi kêrê tê kuştin, piştî lêkolînên me kirî, xizmên keça hatî kuştin û di nav xelkê de jî bi eşkere dibêjin ku bavê wê keçê, gelek caran destdirêjî li keça xwe kiriye. Ji bo ku keça wî li dadgehê vê eşkere neke, keça xwe bi kêre kuştiye û êrişî hevjîna xwe jî dike. Beriya wê jî gelek caran êrişî hevjîna xwe jî kiriye. Bav bişêweyek hovane destdirêjiyê li ser keça xwe dike, ev karesateke û nayê pejirandin.

Ev ne yekem jine ku ji aliyê xizmên xwe ve tê kuştin, gelek jinên din hene, hinek eşkere bûn û hinek jî bi veşartî man. Ev jî lûtkeya bê exlaqiyê nîşan dide. Ne hişyarî gihiştiye astek wisan ku malbat newêrin li hemberî mêr bi axivin, gelek caran neçar dimînin bêdeng bimînin, ji ber ku rêya çareseriya ji vê dojehê nîne. Yan jî gelek caran xwe dikujin yan jî tên kuştin.

‘Erkê me hemûyan e em civakê hişyar bikin’

Sedema vê jî hikumet, rêxistin û yasayên ku nîneye, yan jî ew yasayên dijî jinan in sedema karesatên bi vî awayî. Jinan tenê weke kel û pelek dibînin, weke xizmetkar, amêrên zarok çêkirinê dibînin. Erkê me hemûyane ku em civakê hişyar bikin da ku aqilê ku jinên weke namusê dibînin dawî bînin. Ev metirsiyek mezin e ku di civakê de pêk tê, hemû aliyên peywendîdar dixe bin pirsyar, erk û berpirsyartiyan. Divê bi rastî jî karek cidî were kirin.

Çawa dibe bav ji sucê tecawizê rizgar bibe, karek wiha hovane bike û li ser navê namusê keça xwe bikuje? Divê hemû rewşenbîr, takên civakê bêjin kar û erkê me li hemberî vî sucî çiye? Divê hemû sucdar bi cezeyek giran werin cezakirin.

Wek RJAK em vê karesatê li ser civakê weke metirsî dibînin û nayê pejirandin, çi erkek bikeve ser milê em weke erkê xwe dibînin. Divê çarçoveyê de armanca me parastina jinane. Ev karesat cihê şermezarkirinê ye, pêwîste cezayek giran li tometbar bê birîn.”

Hêjayî bi birxistinê ye dema bûyer qewimî, rêveberiya polîsan ya Silêmaniyê bûyer weke pirsgirêkek malbatî bi nav kir.