‘Riya Sakîne Cansiz ji bo hemû jinan bû riya azadî û rizgariyê’
Mamoste û çalakvana jinan Wijdan Nuredîn derbarê 10’emîn komkojiya Parîsê a ku Sakine Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez hatin qetilkirin axivî û diyar kir ku riya Sakîne Cansiz ji bo tevahî jinan bû riya azadî û rizgariyê.

ŞÎNYAR BAYÎZ
Silêmanî - Pêşenga tevgera azadiyê Sakine Cansiz (Sara) û rêhevalên wê Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) di 9'ê Çileya 2013'an de li paytexta Fransa Parîsê ji aliyê sîxurên dewleta Tirk ve hatin qetilkirin. Bi nêzbûna salvegera 10’emîn a komkujiya Parîsê re, di 23’ê Kanûnê de li ser Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya êrişek çekdarî pêk hat. Di encama êrişê de endama Konseya Rêveber a KCK’ê Emîne Kara, hunermend Mîr Perwer û Aburrahman Kizil jiyana xwe ji dest dan. Bi 2’emîn komkujiya Parîsê re carek din zelalî hat dîtin ku dewleta Tirk, bi hevkariyên dewletên navneteweyî pêşengên têkoşîna jina Kurd, tevgera azadiyê û dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ku felsefa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û îro li tevahî cihanê deng vedide hedef digre.
Şoreşa ku bi pêşengiya Sakine Cansiz destpê kir li tevahÎ Kurdistanê bû bingehek ji bo têkoşîna dîroka jina Kurd, ew têkoşîna jinan li pey azadî û sekinandina aqlê mêrsalarî ya desthilatê hatiye pêkanîn.
‘Jinên pêşeng civakê diguhere ji bo wê dibin hedef’
Mamosta û çalakvana jinan Wijdan Nuredîn derbarê dûbarebûna komkujiya Parîs û hedefgirtina jinan de wiha got: “Hertim dijmin û dagirker jinên pêşeng dikin hedef, ji ber ku baş dizanin jin dikarin civakê biguherin û dikarin kesek bi tendûrîst ava bikin. Zihinyeta desthilata dagirker fikrê azad ji bo weke pirsgirêkekê dibine jinên pêşeng dikin armanc.”
Mamosta Wijdan Nuredîn bal kişand têkoşîna Sakine Cansiz ya li girtîgehê li dijî rejîma faşîst da meşandin û wiha got: “Rêya Sakine Cansiz li pişt li çiyayan azadbûnê ava kir. Weke Zîlan û Evîn ew rêya ku hemû jinên şoreşger û azadîwaz komkirî, hemû bi yek dengî pêşkêşî jina dikin.”
‘Jin dikarin bi hêza xwe bibin pêşeng’
Mamosta Wijdan Nuredîn di berdevamiya axaftinê xwe de wiha got: “Li tevahiya cîhanê û taybetî jî li Başûrê Kurdistanê fikrek heye ku dixwazin jinê bikin kole û tune bikin, lê belê dema ku jin karin nirxê xwe û bi temamî dîroka şoreşgerî ya jinan weke sedsala dayiktî û encamdana çandiniyê bizanin bike, di qada xwe de dikarin bibin pêşeng. Lê hişmendiya zordest ya mêr vê yekê ferz dike ku bi temamî jin li malê bimînin.”
Mamosta Wijdan derbarê komkujiya dûyem ya Parîsê de ku jina Kurd a pêşeng Emîne Kara hate qetilkirin de wiha got: “Jina têkoşer 34 salan ji bo netewa Kurd û doza netewî xebat dikir û her wiha jin ji qalibê ku lê hatin dayin derxist. Tu guman tê de nîne dijmin çav berdane li ser hemû jinên xwendevanên mîna Sakine Cansiz û yên ku li ser rêya wê dimeşîn. Ji ber ew jin dikarin xwezayê zindî bikin û ji bo jinan aramiyê ava bikin, lê belê zihniyeta dagirker ji ber vê yekê dixwaze deng û rengê jinê kole bike û jinên pêşeng weke metirsiyekê ji bo xwe dibîne.”
‘Jinên Kurd li ku derê bin di hedefa dijmin de ye’
Mamosta Wijdan Nuredîn bal kişand dûbarebûna qetilkirin û komkujiyên li dijî jinên pêşeng ên Kurd û wiha pêde çû: “Giringe em jinan hişyar bikin, her tim di qadên cûda de yên weke siyasî, aborî, perwerdeyî û civakê de em xebat bikin. Qetilkirina Sakine Cansiz û hevalên wê êrîşek li beramberî doza jin û jina Kurd bûdivê mijarê de ti gumanê me nîne. Lê belê Weke çawa niha bi temamî jinên Kurd û di nav de jinên cîhanê bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ dengê xwe bilind dikin, disa bi eynê şewazî bersîva jinên Kurd li beranberî komkujiya duyemîn ya parîsê jî ew bû ku her jina têkoşer bibe hedef wê gelek jinên din yên pêşeng derbikevin.”
‘Bila jin baweriya xwe bi xwe bîne’
Mamosta Wijdan di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Divê jin di nava partiyên siyasî de xebatê xwe bi kêmî nebîne, ji ber jin di nava partiyên siyasî de, ji mêran baştir dikarin kar û çalakiyan encam bidin, tênê pirsgirêk nebûna baweriya bi xwe ye, bawerî bixweanînê dikare firehbûna kar û çalakiyan bi parêze. Daxwaza min li jinan ew e ku di her partî û cihên ku lê kar dikin ya giring ewe ku rengê jinan were dayîn kar bikin ji ber ku desthilat ji ber ji hêz jinê ditirsin her tim rexne li westandin û mafê temamî jinan dikin.”