Rewşa jinên Êzidî yên hê dîlgirtî ne nîqaş kirin: Divê em bibin yek dest

Jinên Êzidî yên bi panela “Jinên rizgar bûne û jinên dîlgirtî yên di destên DAIŞ’ê de” hatin ba hev bal kişandin li ser rewşa jinên Êzidî yên hê jî di destê DAIŞ’ê de dîl girtî ne û çarenûsa wan ne diyar e û banga têkoşînê kirin.

Şengal – Di çarçoveya kampanyaya “Li dijî qirkirina jinan bibe dengê xweparastinê” de bi pêşengiya Komîteya Dîplomasiyê ya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) duh li navenda Şengalê panelek bi sernavê “Jinên rizgar bûne û jinên dîlgirtî yên di destên DAIŞ’ê de” hat lidarxistin. Di panelê de li ser qirkirina jinan, rewşa jinên ku hatine rizgarkirin û hê jî di destên DAIŞ’ê de dîlgirtî ne û siyaseta ku li ser esîran tê meşandin û çareseriya wê, semîner hatin dayîn û nîqaş hatin meşandin.

Ji aliyê din ve Helîme Şengalî ku di fermanê de ketibû destên DAIŞ’ê û weke bi hezaran jinên Êzidî ji aliyê şervanên YPG-YPJ-YJŞ-YBŞ-YJA STAR û HGP’ê ve hatibû rizgarkirin jî di panelê de axivî.

‘Divê em bibin yek dest’

Helîme Şengalî ku niha li Şengalê dijî der barê mijarê de ev tişt anî ziman: “Tişta ku bi serê civaka Êzidî hatiye, nehatiye serê tu civakê. Jin û dayikên me qetil kirin lê jinên Êzidî serbilind in û tu carî naşikên. Niha jinan Êzidî dikarin bi her awayî xwe biparêzin û şer bikin. Mixabin di dema fermanê de me pişta xwe bi hinekan germ kir lê wan jî baweriya me şikandin. Êdî em dizanin kî dost e kî dijmin e. Niha bi hezaran jinên Êzidî esîr in. Ne tenê ez esîr ketim destên DAIŞ’ê niha nêzî 40-50 kesên ji malbata min esîr in. Di dema esîriyê de tişta ku min dît û herî zêde min êşand; ducanîbûna keçeke biçûk bû. Ji min re got ez ducanî me û min got hê tu zarok î çawa dibe tu ducanî yî, ez çûm dinyayeke din. Piştre min pirsa wê kir gotin zarokê wê jê girtine û wê kuştine. Weke her civakê em heqê xwe dixwazin lê beriya her tiştî em heqê xwe ji dewleta Iraqê dixwazin ji ber ku em hemwelatiyên Iraqê ne lê divê beriya her tiştî em bibin yek dest û wisa li heqê xwe bigerin.”

‘Bila dijmin bitirse’

Di panelê de endamên TAJÊ Kinê Xidir û Neam Bedel jî axivîn. Kinê Xidir diyar kir ku ew ê tu carî fermana 2014’an ji bîr nekin û wiha got: “Fermanê bi serê jin û keçên me rakirin. Heta dawiyê em ê li pey doza xwe bin. Hemû kes dizanin heta Êzidiyek bi tenê jî bimîne em ê li pey doza esîrên xwe bin. Jinên Êzidî xwe bi fikrên Serok Apo bi rêxistin û zana kirin û heta Tebqa, Reqa û Dêrazorê çûn û tola jinên me girtin. Em ê tu carî îxaneta malbata Barzanî ji bîr nekin û em ji tu kesê natirsin. Divê em tu carî nebin koleyên dijmin û bila dijmin bitirse.”

‘Divê esîrên ku hatine rizgarkirin dernekevin derveyî welat’

Neam Bedel jî di axaftina xwe de bal kişand ser derketina esîran a derveyî axa xwe û ev nirxandin kir: “Em dixwazin esîrên xwe rizgar bikin û hêvî û daxwaza min ji malbatên esîran ew e ku daxwaza esîrên xwe bikin, li ser ax û warên xwe bimînin û heqê xwe bixwazin. Divê ferman neyê jibîrkirin. Esîrên me piştî rizgarkirinê derdikevin derveyî welat, bi vî awayî şopa fermanê tê windakirin û jibîrkirin. Em dixwazin esîrên me yên ku hatine rizgarkirin li ser warê xwe bimînin û doza heqê xwe bikin. Hêvî û daxwaza me ji gelê me ew e ku xwedî li esîrên xwe, zarokên xwe derkevin. Divê esîrên me bizanibin kê fermanê rakir, kê piştgirî da û hevkariya DAIŞ’ê kir lê bes dema fermanê beriya mala Barzaniyan hikûmeta Iraqê me berda. Niha hikûmeta Iraqê bi navê ewlehiyê dîsa dixwaze êrîş bîne ser Şengalê. Plana wan a 2014’an bi temamî tunekirina civaka Êzidî bû lê plana wan a wê demê bi saya fikrên Serok Apo û şervanan negihîşt armanca xwe. Niha dixwazin bi riyên cuda pêk bînin lê êdî Êzidî ne yên berê ne.”

‘Hedefa me rizgarkirina hemû jinên Êzidî ye’

Her wiha têkildarî panelê berdevaka Weqfa Piştgiriya Jinên Êzidî Seher Hisên Mêhvan ji ajansa me re axivî û got: “Me ji bo jinên esîr panelek li dar xist, weke jinên Êzidî armanca me bi vê panelê rizgarkirina hemû jinên esîr ên di destên DAIŞ’ê de ye. Di semînerên panelê de axaftin hatin kirin, jinên Êzidî êş û azarên xwe yên fermanê anîn ziman. Ji bo xilaskirina her jineke esîr em ê têkoşîn û berxwedana xwe bidomînin.”