Rêjeya îstîhdama mêran ji sedî 65 a jinan ji sedî 30,4 e

Li gorî daneyên 'Îstatistîkên Hêza Kar a TUÎK'ê yên sala 2022'an rêjeya îstîhdama mêran ji sedî 65,0, a jinan jî ji sedî 30,4 e.

Navenda Nûçeyan- Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) daneyên ‘Îstatistîkên Hêza Kar a sala 2022'an’ eşkere kir. Li gorî vê di sala 2022’yan de hejmara bêkariya kesên 15 salî û mezintir li gorî sala borî 337 hezar kes kêm bû, daket 3 milyon û 582 hezar kes. Rêjeya bêkariyê jî 1,6 puan kêm bû û bû ji sedî 10,4. Rêjeya bêkariyê ji bo mêran ji sedî 8,9, ji bo jinan jî ji sedî 13,4 hat texmîn kirin.

Rêjeya îstîhdama mêran ji sedî 65 a jinan jî ji sedî 30 e

Di sala 2022’an de hejmara kesên hatine îstîhdamkirin li gorî sala borî milyonek û 955 hezar kes zêde bûye û derketiye 30 milyon û 752 hezar kesan. Rêjeya îstîhdamê jî bi zêdebûna 2,3 puan bû ji sedî 47,5.

Rêjeya beşdariya hêza kar bû 53,1

Di sala 2022’an de Hêza kar li gorî sala borî milyonek û 618 hezar kes zêde bû û bû 34 milyon û 334 hezar kes, rêjeya tevlêbûna hêza kar jî 1,7 puan zêde bû û bû ji sedî 53,1. Rêjeya tevlibûna hêza kar ji bo mêran ji sedî 71,4 û ji bo jinan jî bû ji sedî 35,1.

Rêjeya bêkariyê ya ciwanan ji sedî 19,4’e

Di sala 2022’an de rêjeya betaliyê ya ciwanên di navbera temenê 15-24 salî de li gorî sala borî 3,2 puan kêm bû, daket ji sedî 19,4. Rêjeya bêkariyê di vê koma temenê de ji bo mêran ji sedî 16,4 û ji bo jinan jî ji sedî 25,2 hat texmînkirin.

Ji sedî 56,5’ê îstîhdamê di sektora xizmetê de ye

Ji sedî 15,8’ ê wan di çandiniyê de, ji sedî 21,7 di pîşesaziyê de, ji sedî 6,0 di înşaetê de û ji sedî 56,5 jî di sektora xizmetê de cih girtin. Li gorî sala borî para sektora pîşesazî di kesên xwedî kar de 0,4 puan zêde bû, para sektora xizmetguzariyê 1,2 puan zêde bû, para sektora çandiniyê 1,4 puan û para sektora înşaetê jî 0,2 puan kêm bû.

Hejmara kesên hatin îstîhdamkirin di bazara çandiniyê de kêm bû

Sala 2022’an di sektora çandiniyê de 4 milyon û 866 hezar, di sektora pîşesaziyê de 6 milyon û 663 hezar, di sektora avahîsaziyê de milyonek û 846 hezar û di xizmetê de jî 17 milyon û 378 hezar kes dixebitin. Li gorî sala borî, di sektora çandiniyê de 82 hezar kes kêm bûn, di sektora pîşesaziyê de 520 hezar, di sektora avahîsaziyê de 69 hezar û di sektora xizmetguzariyê de jî milyonek û 450 hezar kes zêde bû.

Herêmên ku herî zêde rêjeya bêkariyê li wan zêde ye parêzgehên Kurdistanê ne

Li herêma ku herî zêde bêkarî lê zêde ye, ji sedî 19,2 Wan, Mûş, Bedlîs û Colemêrgê, herêma ku herî kêm bêkarî lê kêm bûye jî Kastamonu, Çankiri û Sînop ji sedî 6,2 ye. Rêjeya îstîhdamê ya herî zêde li Tekîrdag, Edîrne û Kirklareliyê ji sedî 54,1 pêk hat. Rêjeya îstîhdamê ya herî kêm ji sedî 33,8 li parêzgehên Merdîn, Êlih, Şirnex û Sêrtê ye.

Rêjeya beşdariya hêza kar herî zêde li parêzgehên Tekîrdag, Edîrne û Kirklareliyê ji sedî 58,7 pêk hat. Rêjeya beşdariya hêza kar a herî kêm li parêzgehên Merdîn, Êlih, Şirnex û Sêrtê ji sedî 41,5 bû.