Piştevaniya Taksîmê di 11’emîn salvegera Berxwedana Geziyê de daxuyanî da

Piştevaniya Taksîmê bi boneya 11’emîn salvegera Berxwedana Geziyê daxuyanî da û got: “Em bi Berxwedana Geziyê serfiraz in."

Stenbol- Piştevaniya Taksîmê bi boneya 11’emîn salvegera Berxwedana Geziyê li avahiya Yekitiya Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB) a li Karakoyê daxuyanî da. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Civakê (KESK), Yekitiya Tabîbên Tirk (TBB), Konfedarasyona Sendîkaya Karkerên Şoreşger (DÎSK), hejmarek zêde ya saziyên civaka sivîl, rêxistinên pîşeyê û nûnerên partiyên siyasî tevli daxuyaniyê bûn.

Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê Mucella Yapicî e hat xwendin.

‘Yek ji xirabiya herî mezin li welatê me tê kirin e’

Mucella Yapici bi bîr xist ku beriya 11 salan gel li dijî hemû bêedaletiyê li Parka Geziyê kom bûne û diyar kir ku wan çalakiyan li Tirkiyeyê, dî dîroka siyasî, civakî û çandî de şopeke kûr hiştiye û wiha got: “Berxwedana Geziyê berxwedaneke rengîn e. Kesên berxwedanên Kobanê û Geziyê didarizînin, derba herî giran li demokrasiya welat dixin. Tevahiya van kûmpasên hiqûqî ne. Dawî li vê derhiqûqiyê bînin. Nebin şirîkên vê bêedaletiyê.”

Piştî xwendina daxuyaniyê çalakî bi çepikan bi dawî bû.