Peyama dîrokî li Mexmûrê bi coşek mezin hat guhdarkirin
Bi hezaran şêniyên wargeha penaberan a Mexmûrê ji bo guhdarkirina peyama dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berê xwe dan Navenda Çand û Hunerê ya Mexmûrê.

Mexmûr – Wek gelek bajarên Kurdistanê li wargeha penaberan a Mexmûrê jî peyama sedsalê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser ekranan hat guhdar kirin.
Şêniyên wargehê ji şîr heta pîr berê xwe dan Navenda Çand û Hunerê ya Mexmûrê (NÇHM) û bi coş û kelecanek mezin guh dan peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
Piştî peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bû gel bi kelecanek mezin rabûn ser lingan û bi yek dengî dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ berz kirin.