'Pêwîstiya Sûriyê bi piştgirî û îradeyeke siyasî ya Ereban heye'
Çalakger û sendîkavan Wesîle Ayîş bang li civaka sivîl û çapemeniya Tûnisê kir ku li dijî kiryarên li ser jinên Sûriyeyê bi lezgînî bikevin tevgerê, pêşî li êrişên hovane were girtin û komên tundrew werin teşhîrkirin.
ZIHÛR EL-MEŞRIQÎ
Tûnis- Piştî ewqas aloziyên li Sûriyeyê û desthilatdariya 61 salan rejîma Baasê ya tundrew hilweşiya û niha piraniya xaka Sûriyeyê di bin kontrola çeteyên girêdayî dewleta Tirk Heyet Tehrîr El Şam HTŞ ango Cebhet El Nusra ya berê de ye. Li aliyekî din jî çend herêmên ku piraniya niştecihên wan Kurd bûn di bin dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de ne.
‘Îsraîl û Emerîka hewl didin bi şeran hemû welatên Ereb hilweşînin’
Sendîkavana Tûnisî Wesîle Ayiş ji ajansa me re axivî û got: "Geşedanên dawî yên li Sûriyeyê qewimîn cihê metirsiyê ne. Kiryarên ku DAIŞ’ê û çekdarên wê di demên berê de li dijî jinên Sûriyeyê ji bo çewisandinê kirine hê jî di bîra me de ne. Bi şerekî navdewletî û lihevkirî, yê bi pêşengiya Îsraîl Emerîka û dewletên kendavê, jinan dikin hedef û armanca wan ew e welatên Ereb hemû hilweşînin. Kesên ku herî zêde dibin qurban û zehmetiyan di peydakirina debara zarokên xwe û dîtina cih de dibînin jin in."
‘Ji bêdengiya welatên Ereb matmayî mame’
Wesîle Ayîş di berdewama axaftina xwe de ev yek anî ziman: "Bi gelek nûçe û dîmenan em tiştên li Sûriyeyê dijî jinan tên kirin dibînin. Senaryoya Bexda- Xeza û Beyrûdê tîne bîra me. Tişta çêdibe metirsiya wê li ser pêşeroja herêmê heye bi taybetî bi plana emperyalîzma Îsraîlê ya ku digihîje kûrahiya herêma Ereb. Jin gelek azaran dikşînin. Plana koçberiya bi darê zorê di meriyetê de ye. Em bi hev re hestên bi tirs ên ji bo çarenûseke nediyar dijîn. Tundî û birçîbûn du pêlên bi xeter in jinan dorpêç dikin. Jin dê careke din di kampan de azaran bikşînin. Ez ji bêdengiya welatên Ereb a li hemberî van bûyerên ku bi lez li Sûriyeyê belav dibin matmayî mame. Em li benda çi ne? Gelo em tenê şermezar bikin dibe? Ne ev e ya tê xwestin. Pêwîstiya Sûriyeyê bi xwarinê tune ye, bi helwest piştgirî û îradeya siyasî ya Ereb heye ji bo ji aloziya xwe ya siyasî derkeve."
‘Divê ragihandin dengê jinên Sûriyeyê bigihîjîne û karê xwe baş bike’
Wesîle Ayiş bang li dezgehên ragihandinê kir ku dengê jinên Sûriyeyê bigihîjînin cîhanê û piştgiriya gel bikin û diyar kir ku divê rêxistinên li Tûnisê xwe birêxistin bikin ji bo azarên jin û zarokan ên herî zêde ji şeran zirarî dibînin sivik bikin.
Her wiha diyar kir ku ‘herêm di navbera şerên dualî’ de maye ji ber dewletên Rojava yên biyanî fermanan didin û hêzên li herêmê jî pêk tînin.
Wesîla Ayiş destnîşan kir ku tevî wêraniyê hê jî hêvî bi siberojeke baştir ji bo jinan heye lewre jin li ber xwe didin û bi jiyanê ve girêdayî ne û got got ku divê ragihandin baş karê xwe bike, bûyerên li herêmê diqewimin ragihîne.