Pêşnûmepirsa der barê qedexeya li ser zimanê Kurdî hat redkirin

Parlamentera DEM Partî ya Wanê Gulderen Varli têkildarî qedexeyên li ser zimanê Kurdî pêşnûmepirsek ji bo ku MEB bibersivîne da meclisê, ji aliyê serokê meclisê ve hat îadekirin.

Navenda Nûçeyan- Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Wanê Gulderen Varli bi daxwaza ku Wezîrê Perwerdeyê Yûsûf Tekîn bibersivîne, di meha Gulanê de têkildarî qedexeyên li ser zimanê Kurdî pêşnûmepirsek da meclisê. Pêşnûmepirs ji aliyê serokê meclisê Numan Kurtulmuş ve hat îadekirin.

Di pêşnûmepirsê de hat diyarkirin ku li Tirkiyeyê weke gelek gelan Kurd jî ji bo zmanê xwe yê dayikê, çand, parastina nasnameya xwe li dijî polîtîkayên qedexe û yekperestiyê têdikoşin û wiha hat gotin: “Li Tirkiyeyê weke di her qadê de polîtîkayên yekperestiyê yên di qada perwerdeyê de li dijî zimanê Kurdî tên meşandin didomin. Dema parlamenter li meclisê bi Kurdî diaxivin mîkrofon tê girtin û Kurdî di girtekan de weke “Zimanê X” tê nivîsandin.

Pêşnûmepirs ji aliyê serokê meclisê Nûman Kurtulmuş ve di bersivê de hat îadekirin. Pêşnûmepirs bi naveroka “qedexeyên li dijî zimanê Kurdî” li dijî “rêziknameya meclisê ye.” Di heman demê de ji bo hevoka “Dema parlamenter li meclisê bi Kurdî diaxivin mîkrofon tên girtin û her peyva bi Kurdî weke ‘Zimanê X’ tê qeydkirin” jî îdiaya “Nêrîna şexsî hatiye parvekirin” hat redkirin. Di bersivê de temamiya hevokê nehat dayîn û weke “hevoka çaremîn a çarîna yekemîn a beşa ketina pêşnûmeyê” hat nivîsandin.