‘Ocalan dikare aştiyek birûmet mayînde bike’
Parlamenterên HDP'ê, diyar kirin ku kilîda çareseriyê li Îmraliyê ye û daxwaz kirin ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê rakirin.

Enqere – Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo ku parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bikarin bi miwekîlê xwe re hevdîtinê bikin dest bi Nobeda Edaletê kiribûn. Çalakiya Nobeda Edaletê di roja 17'emîn de ye.
Parlamenter Nûran Îmrî, Muazzez Orhan, Remziye Tosun, Kemal Bulbul, Abdullah Koç, Siddik Taş, Huseyîn Kaçmaz, Erdal Aydemîr, Kemal Pekoz û Celadet Gaydali bi dowîzên "Bila hiqûq li Îmraliyê bi cih bê anîn" û "Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye" li ber Deriyê Dîkmenê yê Meclisê daxuyanî dan.
‘Tecrîd parçeyek ji dijminatiya li dijî Kurdan e’
Di daxuyaniyê de bal lê hat kişandin ku tecrîd li tevahiya Tirkiyeyê bi kûrbûnê didome, hat destnîşankirin ku her girtî xwedê mafê hevdîtinê ye lê ev maf li Girtîgeha Îmraliyê tê astengkirin. Di daxuyaniyê de hat ser ziman ku tecrîda li Îmraliyê li tevahî Kurdistan û Tirkiyeyê belav bûye û wiha hat gotin, “Îro tevahiya gelên Tirkiyeyê bi tecrîdê hatine dorpêçkirin. Îro aloziyên siyasî, aborî û civakî ku li Tirkiyeyê rû didin, bi tecrîdê ve girêdayî ne. Ev polîtîka parçayek dijminatiya kurdan e.”
‘Ocalan dikare aştiyek birûmet mayînde bike’
Di daxuyaniyê de hat ser ziman ku 17 roj in banga parlementerên HDP’ê ji nedîtî ve tên û wiha hat gotin, “Heke îro vê dijminatiya kurdan nebûya, wê li Îmraliyê rê li ber hevdîtina bi birêz Ocalan re bihata vekirin. Birêz Ocalan gazî kiribû û gotibû, ‘ez ê di nava hefteyekê de şer biqedînim’. Lê mixabin AKP-MHP guhê ji vê bangê re girt û gav neavêt.” Her wiha di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku çareserî li Îmraliyê ye û wiha hat gotin, “Birêz Ocalan dikare aştiyek birûmet mayînde bike. Divê dewlet van bangan bi awayek cidî li ber çavan bigire. Lê belê hişê dewletê ew e ku tecrîdê dijwartir bike û bi vê dijwariyê bersiva bangan dike.”