Nobeta edaletê ya parlamenterên HDP'ê di roja 13'emîn de ye

Parlamentera HDP'ê Serpîl Kemalbay bal kişand ser jinên siyasetmedar ên têkoşiyane û hatine hedefgirtin, diyar kir ku li dijî qetlîman heta deriyên Girtîgeha Îmraliyê têkoşîna xwe bidomînin.

Enqere – Çalakiya Nobeta Edaletê ya parlamenterên HDP’ê yên ji bo bidawîanîna tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û daxwaza hevdîtinê dabûn destpêkirin, di roja xwe ya 13’emîn de ye. Parlamenter Kemal Bulbul, Serpîl Kemalbay, Erdal Aydemîr, Mûrat Çepnî, Kemal Pekoz, Celadet Gaydali û Nûran Îmîr, li Deriyê Dîkmenê yê Meclisê daxuyanî dan.

Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay diyar kir ku ji bo balê bikişînin ser tecrîd û sepanên dijdemokratîk çalakiya xwe didomînin û wiha got: “Li pêşiya me hilbijartin heye. Yek ji krîtîktirîn hilbijartinên Tirkiyeyê ye. Lê rewşeke nediyar li pêşiya Tirkiyeyê ye. Rizîbûna heyî roj bi roj zêdetir dibe, cînayetên siyasî tên kirin û ev rizîbûn ji jor heta jêr li tevahiya dewletê belav bûye. Balkişandina ser vê rewşê girîng e. Yek ji sedemên bingehîn a rizîbûna heyî, nelirêtî, xizanî, bêedaletî, zext û tundiya heyî jî polîtîkaya şer û neçareserkirinê ya îktîdarê ye. Bloka faşîst a AKP-MHP’ê ji bo ku desthilatdariya xwe bidomînin, rewşa tarî ya li Tirkiyeyê roj bi roj tarîtir dikin.” 

‘Ev komkujî nîşaneya tirsa wan e’

Serpîl Kemalbay di axaftina xwe de balkişand li ser jinên pêşeng yên hatine qetilkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe:

“Îro 9’ê Çileyê anku salvegera Komkujiya Parîsê ya ewil e. Di sala 2013’an de li Parîsê 3 siyasetmedarên jin hatin qetilkirin. Di vê komkujiyê de Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez jiyana xwe ji dest dan. Gelek delîl derketin holê ku tiliya MÎT’ê di vê komkujiyê de heye. Lê belê dewleta Fransayê ev dosya girt û li Tirkiyeyê jî derheqê vê dosyayê de tu lêpirsîn nehatin kirin. Her wiha di 5’ê çileya sala 2016’an de siyasetmedarên jin ên kurd Sevê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar li Silopiyayê hatin qetilkirin. Sedema van komkujiyan jî îktîdarên siyasî ne ku siyasetmedarên jin û tevgerê siyasî yên kurd weke dijmin dibînin. Ev komkujî ji bo çavtirsandinê tên kirin û ji ewil jî jin hedef tên girtin. Bi vê yekê re dixwazin rola jinan a di veguherandina siyasetê de tune bikin. Her wiha nîşaneya tirsa wan e.” 

‘Têkoşîna jinan rêya me ronî dike’

Serpîl Kemalbay, axaftina xwe wiha qedand: “Hem li cîhanê û hem jî li Kurdistanê jin dibin parçeyeke guherînê. Têkoşîna ku li Îranê bi Jîna Emînî dest pê kirî û dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ îro li tevahiya cîhanê belav bûye. Êdî ev dirûşm ne tenê dirûşma azadiyê ya kurdan lê bû dirûşma azadî û edaletê ya hemû jinan. Ev jî nîşan dide bê ka têkoşîna jinan çiqas gerdûnî bûye. 

Em îro li vê derê ne. Ji ber ku di bingeha hemû polîtîkayan de polîtîkayên şer û mêtingeriyê hene. Hem pergala kapîtalîst û hem jî ya emperyal dixwaze daxwazên gelan ên wekhevî, azadî, demokrasî û aştiyê bitepisîne, bêdeng û tecrîd bike. Yên ku di sala 2013’an di dema pêvajoya aştiyê de 3 siyasetmedarên jin qetil kirin, ji bo ku daxwazên hêzên demokrasiyê bêdeng bike van êrişan organîze dike. Dê bi van êrişan nekarin bi me paşvegav bidin avêtin. Ji bo ku tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe, bi birêz Abdullah Ocalan re muzakereyên aştiyê bên destpêkirin û gavên pêwîst werin avêtin, em ê têkoşîna xwe bidomînin û piştevaniya xwe bidomînin. Yek ji girîngtirîn parçeyên vê piştevaniyê jî jin in. Têkoşîna jinan rêya me ronî dike. Bila tecrîd û polîtîkayên şer bi dawî bikin û aştiyê pêk bînin.”